Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, pêr bi şîara “Ji bo aştiya birûmet çareseriya demokratîk” li Qada Îstasyonê mîtîngek li dar xist.

Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Mehmet Aslan xerxatina xelkê kir û got: “ Eger birêz Ocalan biaxive aştî jî wê were. Divê em hay ji daxwaz û peyamên Ocalan hebin û li dora wan bibin xelek.”

Wan rêya Îmraliyê vekir

Paşê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemergê Leyla Guven jî got, gelê Kurd tecrîdê qebûl nake û wiha peyivî: “Di vê rê de me 9 hevalên xwe bi rê kir. Zulkuf Gezen, Ayten Mete, Zehra; Medya, Konca, Firat, Mahsum, Umit ez wan bi rêzdarî bibîr tînim bejna xwe li ber wan ditewînim. Wan rêya Îmraliyê vekir. Em ê li ber xwe bidin. Bê berxwedan jiyan nabe. Ji bo wê jî em hemû saziyên me hewl bidin, ji bo dagirkeriya li Kurdistanê bi dawî bibe, aştiyek mayinde derkeve holê em tevbigerin.”

Çaxa hilbijartinê ‘Kurdistan’ tê bîra wan

Piştre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî peyivî û got: “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê birûxînin. Dema hilbijartinan be, tên van meydanan. Belê, tên vê meydanê û xwe şîrîn nîşan didin. Dibêjin ‘Kurdistan’. Lê dema hilbijartin diqede, û dema di 31’ê Adarê û 23’yê Hezîranê de şîmaqa Kurdan xwarin, Kurdî ji bîr dikin. Niha jî rabûne ji pirtûkan navê ‘Kurdistanê’ derxistine. Hetanî Evliya Çelebî jî çûne, navê ‘Kurdistanê’ derdixin. Hela biçin li dîrokê mêzekin dema Alparslan hatiye bê kê ew pêşwazî kiriye. Hem Kurdan hem jî Kurdistanê hîn bibin. Ev ji dîrokê fêm nakin. Ev gelan nas nakin. Ev rûxîner in, bajarên dîrokî û çandî dirûxînin. Lê çi dibe bila bibe em ê xwedî li dîroka xwe, nasnameya xwe derkevin. Bi vî awayî em ê bi hev re paşerojekê ava bikin. Em ê bi hev re komara demokratîk ava bikin.” Piştî axaftina Temellî, mîtîng bi stranên Koma Amed û gerandina govendê bi dawî bû.

AMED