Bi armanca pîrozkirina cejna Newrozê li şervanan û şopandina rewşa eniyê Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen serdana girê Şehîd Xabaûr ê stratîjîk ku dikeve başrûrê Kantona Kobanê kir û li wir ji ANHA’yê re axivî.

Hesen da zanîn ku ji bo ku êrîşên çeteyan li ser herêmê dûbare nebin pawîste ku kantona were parastin û wiha got: “ Ev du salin li ser Kantona Kobanê re derbas bûn û ew li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku kanton ji hemû aliyan de dorpêç kiirne, şer dike û tiracidiya gel zêde bû. Ji bo ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kantonê dûbere nebin. Pêwîste ku konton were parastin. Rizgarkirina bajarokê Şîyox û pira Qereqozaqê pêwîstiyek bû ku welatiyên herêmê yên ji pêkhateyên Ereb in ku çeteyên DAIŞ’ê deverên wan ji xwe re giribûn baregeh bihatina  rizgar kirin.


Armanca me ya hevbeş

Hesen destnîşan kir ku ew bi hevkariya hêzên Burkan El- Ferat hewl didin ku tevahî pêkhateyên herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê biparêzin û wiha axaftina xwe domand: “ Çeteyên DAIŞ’ê metirsiyeke her kes kefan dike. Ew li dijî mirovahiyê û jinê ne. Ji bo vê jî me û hêzên Burkan El – Ferat me pêwîstî dît ku em çeteyên DAIŞ’ê têk bibin û gel ji welatiyan ji êrîşên wan ên terorîst biparêzin. Ev yek jî bi alîkariya birayên me yên Ereb ku bi me re li hember çeteyan şer dikin, çê dibe. Hêzên ku piştevaniya me di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê dikin ji tabûra Şemis El- Şemal a girêdya tugayên Fecir El- Hiriyê, tabûra Zaza, tabûra  Siwar Reqa, hêzên Cebihit El- Ekrad û gelek tabûrên Artêşa Azad pêk tên. Armanca me ya hevbeş tune kirin çetetan e û rizgar kirina herêmê ye. 

Hesen bi lêv kir ku çeteyên DAIŞ’ê ev bû zêdetirî salekê ye bajarokê Sirînê ji xwe re kirine navendeke sereke û ji wir êrîşî Kantona Kobanê dikin û wiha dirîjî da axaftina xwe: “  Mînaka herî biçûk ev girê niha ez li lê me. Girê Şehîd Xabûr e. Gelek caran çeteyên DAIŞ’ê êrîşî  vir kirin û bi armanca dagirkirina Kobanê dagir kirin. 


Efûkirina piştgirên çeteyan tune ye

Hesen diyar kir ku ew tu kesî ku alîkariya çeteyan kiribe qebûl nakin û wiha got: “ Em  tu kesî çi Kurd û çi jî Ereb dibe ku piştgirya çeteyên DAIŞ’ê kiribe û destê wan di xwîna weatiyan de hebe nabjirînin. Tu cihê kesên ku bi çeteyên DAIŞ’ê re destê wan di xwîna gelê herêmê yê bêsûc de hebe , di nava me de tune ye.

Hesen destnîşan kir ku hêzên YPG’ê û Burkan El- Ferat hewl dide ku tevahî pêkhateyên herêmê ji çeteyên  DAIŞ’ê rizgar bike û wiha pê de çû: “ Kurd û Eeb biran e. Ev yek zelaliyê naxwaze. Çete nikarin  me ji hev cuda bikin û nikarin pilanên xwe yên derxistina tevleheviyê di nava me de pêk bînin. Ji ber ku em bi sedê salan in li ser vê axê bi hev re jiyan dikin. Niha jî em piştgirtiya hev dikin, di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de. Wek çawa ku me bi sed salan bi hezkirin û aştiyane bi hev re jiyan dikir. Emê her dem wisa bi hev re jiyan bikin. Armanca me avakirina Sûriyeke azad û demokratîk ku tê de hemû pêkhate bi azadî û aştî jiyan bikin e.


YPG’ê hêza hemû pêkhateyan e

Hesen da zanîn ku hêzên YPG’ê hêzeke ji bo parastina tevahî pêkhateyan e.  Hesen got ku hêzên YPG’ê ne tenê ji bo Kurdan e, tenê li herêmên Kobanê û Sirînê nasekine. Ji ber ku hêza parastina tevahî pêkhateyan e li kuderê parastin jê wer  xwastin ew amade ji bo parastina gel biçe wir.

Hesen da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê ne tenê li dijî Kurdan in, li dijî pêkhateya Ereb in jî û wiha got: “ Mînaka vê yek çeteyên DAIŞ’ê dema bajarokê Şiyox ê niştecihên wê ji pêkhateya Erbin dagir kir. Zarokên welatiyê bi navê Reşîd El- Nayif serjêkirin. Ev yek jî nîşan dide ku çete li dijî mirovahiyê ne. Em wek hêzên YPG’ê bi piştgiriya hêzên Burkan El- Ferat em ê hemû pêkhaeyan biparêzin.

Di dawiya axaftina xwe de Hesen Neweroz li tevahî gelên herêmê û  şervanên azadiyê pîroz kir  û banga  yekgirtinê li dijî çeteyan kir. 


XUNAV ÎSA/ANF/KOBANÊ