
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêr di saetên êvarê de komên çete yên girêdayî Artêşa Azad êrîşî navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin, di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûn bi dijwarî rû dan û pevçûn hîn didomin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku amadekarî ji van êrîşan re di civîna komên çete ên bi navê Lîwai El-Tewhîd, Lîwai El-Fatih, Tabûrên Dewlet El-Îslam û gelek komên çekdar ên selefî û Artêşa Azad ku li Izaz a Helebê pêk tê, hatiye kirin.
Êrîş ne tesadufin
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku van koman di civîna xwe de biryar girtine ku êrîşî Efrînê bikin, mal û milkên welatiyan talan bikin, şêniyên herêmê çavtirsandî bikin û aramiya li herêma Efrînê xirab bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê civînê de aşkere bû ku hin aliyên Kurd ên weke Tabûra Selah Eldîn jî hene. Fermandariya Giştî ya YPG᾿ê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di heman demê de êrîş li Kobanê û herêma di navbera Til Temir û Serêkaniyê de jî pêk hatine. Fermandariya YPG᾿ê, da zanîn ku ev êrîşên li dijî gelê Kurd ne tesadufe û bi awayekî plankirî ji navendekê pêk hatiye û ev êrîş li dijî nirx û destkeftiyên gelê Kurd pêk tên.
Fermandariya Giştî ya YPG᾿ê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku êrîşîn li dijî Efrînê di vê demê de pêk hatine di çarçoveya planên qirêj a li dijî îrade û hebûna gelê Kurd pêk hatiye û ji van êrîşan tê xwestin ku teslîmkariyê li ser gelê Kurd ferz bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku diyar dibe armanca van komên çete ne rêjîma Baas e, diyare ku ev kom li dijî hemû îradeyên azad û serbixwe êrîşan pêk tînin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku êrîşên van koman dikeve çarçoveya berjewendiyên rêjîma Baas û derxistina şerekî navxweî di nava hêzên muxalefetê de.
'Emê li ber xwe bidin'
Fermandariya Giştî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman:"Em wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bang li hemû gelê Kurd û bi taybet şêniyên Efrînê dikin ku li derdora zarokên xwe yên ku ji bo aramiya wan canê xwe didin bikin yek. Li ser esasê berxwedanê dewam bikin heta ku planên îxanetê li dijî gelê Kurd tên meşandin pûç bikin. Di heman demê de em soz didin gelê xwe ku buhaya wê çibe bila bibe em ê li ser xeta berxwedanê ya rewa bimînin û em ê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin, herêmê biparzin û kesên ku êrîşê herêmên Kurdan bikin bê hesab nehêlin."
ANHA/QAMIŞLO