Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş got, dengekî bi tenê jî dikare çarenûsê diyar bike û destnîşan kir ku divê her kes bi xurtî bixebite. Demîrtaş got, “Li Tirkiyeyê wê serdemek biqede. Serdema zext û zilmê wê biqede.”
Demîrtaş ev peyama bi deng bi rêya hesabê xwe yê Twitterê weşand. Demîrtaş tê de got, “Demeke kin ma. Tenê çend roj û çend saet mane. Ez spasiya her kesî dikim ku li hemberî astengiyan bi derfetên kêm kampanyayeke bêhempa meşandin.
Eşkere ye ku wê dengdan di asteke gelekî krîtîk de bê kirin. Em gihîştine wê astê ku êdî dengekî bi tenê jî dikare çarenûs û paşeroja Tirkiyeyê û civakê diyar bike. Saetên dawî, rojên dawî gelekî girîng in. Divê her kes gelekî baş bixebite.
Biryardar xwedî li dengan derkevin
Divê bi heman biryardariyê xwedî li dengan, xwedî li sidoqan derkevin. Ez pê bawer im ku di 24’ê Hezîranê de wê demokrasî bi ser keve, alîgirên demokrasiyê wê bi ser kevin. Encameke girîng wê derkeve holê û em ê bibînin ku hilbijartin wê bibe wesîleya qedandina serdemekê li Tirkiyeyê. Serdema zext û zilmê wê bi dawî bibe. Di nava serweriya hiqûqê, edalet, aramî, bawerî û xweşguzariya aborî de rewşeke xweştir wê ava bibe.
Ez li bendê me ku hemû hevalên dixebitin, bi vê bîr û baweriyê heta saeta dawî, heta ku encamên fermî eşkere bibin, xwedî li dengan û sindoqan derkevin. Karê me çi dibe bila bibe, divê em bi hesasiyeteke mezin dema xwe ji kampanya hilbijartinê û ewlekariya sindoqan re veqetînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN