Di daxuyaniya Fermandariya Tabûrên Şems El-Şemal yên girêdayî Tugayên Fecir El-Huriyê ya Artêşa Azad de wiha hate gotin: “Di rêze serketinên dîrokî ku lehengên Şems El-Şemal û hêzên YPG/YPJ’ê, Pêşmerge û hemû tabûrên şoreşgerî ên Kobanê li dijî DAIŞ’ê di 134 rojan de pêk anîne, bi rizgarkirina Kobanê bi encam bû û bajar ji qirêjiya çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ew wekî tabûrên Şems El-Şemal heta komên çete tên rawestandin wê bi hemû aliyên berxwedêr re tevbigerin û bal hat kişandin ser berxwedana Kobanê ku di qonaxeke dîrokî ye. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Em weke tabûrên Şems El-Şemal û hemû tabûrên şoreşgerî yên berxwedêr em ê li rex hêzên YPG’ê û YPJ’ê tevbigerin. Heta ku nirxên şoreşa rasteqîn pêk tê ku gelê Sûriyê û Kurd ji bo wê dixebitin û rawestandina terora komên radîkal, em ê têbikoşin. Berxwedana Kobanê qonaxeke dîrokî ji bo bilindkirina ala berxwedan, azadî, rûmet û edaleta mirovahiyê ye û ji bo pêkanîna armancên şoreşê ye.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku ew weke tabûrên Şems El-Şemal hê jî li ser rêya ku cangoriyên weke Ebû Firat û lehengê birîndar Ebû Leyle ronî kirine têkoşîna xwe didomînin û hat gotin: “Em ti carî derfetê nadin teroran ku armancên xwe pêk bînin û dagirkeriya xwe li ser gelê me bikin. Heta ku axa Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê tê paqijkirin, em ê bi awayekî rasteqîn li rex hêzên Şoreşgerî û leşkerî li ber xwe bidin.”

Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya têkoşerên Kobanê hate dubarekirin û ev tişt hatin gotin: “Serketin nêz e. Em li pêşiya raya giştî dîsa soz didin ku em ê rêya şehîdên Kobanê bişopînin. Şehîdên Kobanê li ser her bostekek Kobanê serketina şoreşa dîrokî nivîsandin. Em soz didin gelê xwe yê berxwedêr ku dema serketinê nêzîk e û ji bo pêkanîna vê armancê em ê canê xwe feda bikin.”

Di dawiya daxuyaniya Fermandariya Tabûrên Şems El-Şemal yên girêdayî Tugayên Fecir El-Huriyê ya Artêşa Azad de rizgarkirina Kobanê li gelê Sûriyeyê hate pîroz kirin û hate gotin ku serketina Kobanê gaveke girîng ji bo rizgarkirina tevahî axa Sûriyê ji teror û komkujiyan e. 


 KOBANÊ