Keça Leylayê, Sabîha: Dayika min dixwaze tecrîd bi dawî bibe û mafên qanûnî û mirovî bên dayîn. Ez hewl didim dengê dayika xwe bidim bihîstin. Dayika min her dem dibêje, ‘Ji bîr neke her tişt wê ji berê xweştir be‘ Ev gotina wê bêhtir hêzê dide min.

Çalakî û berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê a greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pêkirî di roja 51’ê de dewam dike. Parêzer Cemile Turhallı Balsak, der barê rewşa Guven de axivî. Cemile Turhalli Balsak di destpêkê de doza Guven bi bîr xist û got, dadgeha bilind ji bo wekîlê CHP’ê Enis Berberoglu biryara beraetê da, lê îtîraza Leyla Guven red kir. Li ser mijarê Turhalli Başak wiha dewam kir: “Di  rûniştina 4’an de serokê heyeta dadgeha berê ku der barê Guven de biryara tehliyekirinê da, hat guhertin. Hem heyeta dadgehê hat guhertin û hem jî salona dadgehê. Heyetê der barê Guven de biryara dewama girtina wê da. Ji ber ku Guven got, ‘Ez bêm berdan jî ez ê çalakî û berxwedana xwe dewam bikin. Guven ne şexsek e tê darizandin. Nûnera civaka muxalif e, tê darizandin.

Siheta wê nebaş e

Cemile Turhallı Balsak, li ser çalakiya Guven jî got, “Li miwekîla me nexweşiya “Hipofiz Adenomu” heye. Dema Guven dermanan bi kar tîne, divê zikê wê têr be. Heger van dermanan nexwe, rîska wê ya heyatî zêde dibe. Êdî ronahiya çavê wê jî kêm dibe. Ji ber ku dermankirinê qebûl nake, nayê zanîn ka rewşa siheta wê di çi halî de ye.

Dayika min mafdar e

Keça Leyla Guven, Sabiha Temizkan jî diyar kir ku dayika wê jiyana xwe diyarî aştiyê kiriye û got: “Ez der barê tenduristiya dayika xwe de bi fikar im. Dayika min di hemû temenê xwe de ji bo aştiyê têkoşiya. Îqdîdar der barê çalakî û daxwazên dayika min de bêdeng e. Lê dayika min di daxwazên xwe de bi biryar e. Ji ber ku di daxwazên xwe de mafdar e. Dayika min dixwaze tecrîd bi dawî bibe û mafên qanûnî û mirovî bên dayîn. Ez hewl didim dengê dayika xwe bidim bihîstin. Dayika min her dem dibêje, ‘Ji bîr neke her tişt wê ji berê xweştir be‘ Ev gotina wê bêhtir hêzê dide min.”

 

MA/AMED