Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bû mêvana bernameya Çira Welat a Çira TV û li ser pêla girtin û binçavkirinan, êrîşên rejîma Erdogan û berxwedana li dijî vê yekê, bersiv da pirsên rojnamevan Sabriye Dûman.

Avesta da xuyakirin, ku êrîşên AKP dike, ne ji ber xurtbûna wê ye û got, “Bi zîhniyeteke faşîst a bêsînor êrîş dike. Herî dawî tevî hevserokan, parlamenterên HDP’ê û hevşaredar û siyasetmedar kir. Xuya ye wê van girtinan bidomîne. Faşîzma dewleta Tirk di asta herî bilind de li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê darbeyek pêk aniye.”

Sozdar Avesta bibîr xist, ku yekane hêza bi rengekî fedakar li dijî vê dijminatî û darbeyê li ber xwe dide, gelê Kurd, jinên Kurd û hêzên demokrasiyê ye û ev hişyarî da: “Eger seknek li dijî vê neyê nîşandan eger destê gelê Kurd ê ji bo demokrasiyê neyê destekkirin wê Tirkiye bikeve nava tarîtiyekê. Tirkiye ji aliyê aborî, civakî û pergalî ve di nava kaosê de ye. Tiştekî bi navê pergalê nema ye. Ya heyî dîktatorî ye. Ev dîktator bi polîs û jendermeyên xwe tevdigere. Ev jib o siberoja Tirkiyeyê, xeteriyeke mezin e. Têkoşîneke girîng li dijî vê divê.”

‘Hevkariya dîktatoriyê nekin’

Avesta biryara HDP’ê ya ji bo sekinandina xebatên xwe yên li parlamentê jî nirxand û bibîr xist, ku dewleta Tirk, dîktatoriya Erdogan bi helwest û nêzîkatiyên xwe yên heta niha, parlement tevizandin û got, “Biryara HDP’ê ya sekinandina xebatên xwe yên li parlamentê, biryareke rast e. Ji xwe biryar dane bi gel re nîqaş bikin. Bêguman ev şêwateke demokratîk e. Parlamenta Tirkiyeyê wateya xwe winda kiriye. Çûyîna wê parlamentê sûc e. Kî diçe wê parlamentê sûc bike, dibe hevparê dîktatoriyê.”

‘Qutbûna ji vê pergalê divê‘

Avesta destnîşan kir, ku hêvî û bendemayîna ji parlamenta Tirkiyeyê xelfeteke e û got, “Divê hêviya kesî ji pergala Tirkiyeyê nebe. Rewşa heyî bi her awayî qutbûnekê nîşan dide. Di asta herî jor de divê qutbûn ji pergalê çêbibe. Lazim e karibe pergala xwe ava bike. Ya tê xwestin ev e.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta helwesta Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û cîhana derve ya li hemberî van girtinan nirxand û destnîşan kir, ku her çend daxuyaniyên tên dayîn girîng jî bin êdî gotina ‘em bi guman in’ têrê nake. Li gorî Avesta, lazim e hin gavên şênber li dijî dewleta Tirk werin avêtin û işaret bi girîngiya danekirinan kir.

‘Di 4’ê Mijdarê de dîwarê tirsê şikest‘

Sozdar Avesta ragihand, dîktatoriya Erdogan êdî ya Saddam, Hîtler û Mûssolînî derbas kiriye û destnîşan kir, ku divê têkoşîna li dijî vê dîktatoriyê tenê ji Kurdan re neyê hiştin. 

Avesta anî ziman, ku ji bo serketina vê berxwedanê lazim e her kes têbikoşe û got, “Xwestin bi tirsê çavên gel bitirsîne û bi ser bikeve. Lê roja 4’ê Mijdarê bû roja berxwedana mezin. Di wê rojê de dîwarê tirsê şikest. Gelê me li qadan e û li ber xwe dide. Divê desteka hêzên derve jî rewşa xwe zelal bike.”

‘Gelê Şengalê rê nadê dagirkeriyê‘

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Avesta bibîr xist, ku dewleta Tirk her roj gefan li Başûrê Kurdistanê, li Şengalê dixwe û got, “Gelê Şengalê êdî gelekî rêxistinbûyî ye. Bi xwe dan xuyakirin, ku heta yek ji wan sax bimîne ew ê rê nedin dagirkeriya Tirkan û li ber xwe bidin. Her kes li her cihê lê ye li ber xwe dide û bi vê berxwedan û têkoşînê wê faşîzmê têk bibe. Têkoşîneke xurtir divê.”

‘Lazime Kurd xwedî heman helwestê bin‘

Avesta li ser helwesta gel û hêzên Kurdan li her çar aliyên Kurdistanê destnîşan kir, ku yekîtiya Kurdan êdî nebe nabe. Avesta ev tespît kir: “Divê Kurd bibe xwedî yek helwest, yek dengî. Hevgirtin divê. Rewşeke xwezayî ye ku her partî xwedî bernameyeke cuda be, lê ev li pêşiya hevgirtinê ne asteng e.

Têkildarî gefa dewleta Tirk a “Em nahêlin Şengal bibe Qendîla duyemîn” Sozdar Avesta got, “Êdî her der Qendîl e. Qendîl Kurdistan bi xwe ye.”

Ji bo Kurdan têkoşîn, berxwedan dîlan e

Sozdar Avesta herî dawî çalakiyên Kurdistaniyan ên li welat û derveyî welat li dijî zext û zordariya rejîma AKP‘ê nirxand û got, “Têkoşîn dîlanek e. Li devera ku têkoşîn lê tine be, berxwedan lê tine be, sekin lê hebe, divê mirov ji wir bitirsin. Pêwîste heta ku em encamê bi dest bixin, bi ser zaliman ve biçin. Dem êdî dema gotinê nîne, dema kirinê ye. Gotin wateya xwe winda kiriye. Ji bo jiyaneke bi rûmet, çi ji destê kê tê divê bike.”


  NAVENDA NÛÇEYAN