Endamê fermandariya HRE’ê Ciwan Efrîn diyar kir ku Rûsya li Efrînê bi dewleta Tirk re hevdîtinan pêk tîne û ji çalakiyên HRE’ê nerazî ye. Ciwan Efrîn got: “Em ê heya rizgariya Efrînê çalakiyên xwe bidomînin.”
MÛRADA KENDA/EHMED SEMÎR / ANHA/EFRÎN
Piştî dagirkirina Efrînê, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) avabûna xwe ragihandibû. Tekildarî rewşa dawî ya li Efrînê û herêmên din ên di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê de, endamê fermandariya HRE’ê Ciwan Efrîn axivî.
Ciwan Efrîn, îşaret bi berî dagirkirina Efrînê kir û got: “Gelên din hemûyan xwe li Efrînê digirtin. Bi hezaran kesên koçber di kampên Efrînê de bicih bûbûn. Dewleta Tirk a dagirker bi alikariya hêzên derve êrîşî Efrînê kir û herêm dagir kir. Ji xwe eger hêzên derve bi dewleta Tirk re li ser dagirkirina Efrînê li hev nekiribana, dewleta Tirk nikarîbû bi tena xwe Efrînê dagir bike. Di encama lihevkirinên qirêj de Efrîn hate dagirkirin.
Li dijî vê dagirkeriyê di bin pêşengtiya YPG/YPJ û gelê herêmê de berxwedanek gelek mezin hat nîşandan. Xelqê herêmê bi darê zorê ji Efrînê hate derxistin. Bi wan şêwazan herêma ku ewlehî têde hebû, hat xerabkirin û Efrîneke cûda hat çêkirin.”
Bi HRE zarokên herêmê xwedî li xwe derketin
Ciwan Efrîn armanca damezrandina HRE’ê jî wiha nirxand: “HRE bi armanca rizgarkirina Efrînê ava bû. Ciwanên Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz, Marê û Şehbayê ji bo derxistina dewleta Tirk Hêzên Rizgarkirina Efrîn ragihandin. Bê guman ciwanên vê herêmê nikaribûn ku li hemberî kiryarên ku li Efrînê rûdidin bêdeng bimana. Ragihandina HRE’ê ji bo gelê herêmê rûmetek gelek mezin e. Bi komek biçûk me tevgera xwe ava kir, piştre tevlîbûnek gelek mezin çêbû û li her cihê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, belav bû. Li Efrînê tiştên ku mejî û wijdana mirovan nikare qebûl bike, tên kirin.
Temaşe bikin, niha li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, bi guhertina demografiya herêmê re, qetilkirin, revandin, îşkence, destavêtin û bi her şêwazê şantaj tên kirin. Bi zanebûn xwezaya Efrînê hildiweşînin. Malbatên çeteyan ku ji her cihî kom kiribûn li Efrînê hatine bicihkirin. Warê jiyana hevbeş niha bûye warê perwerdekirin û bi cih kirina çeteyan.”
Li ser sinorê Efrînê tenê Tirkmen tên bicîhkirin
Ciwan Efrîn destnîşan kir ku niha hejmara xelkê li Efrînê bi bicihkirina çeteyên ji Heleb, Gûta, Îdlibê re 3 qat zêde bûye û got: “Armanca bicihkirina çeteyan li Efrînê ew e ku herêmê bi temamî ji Kurdan paqij bikin. Di van demên dawî de dewleta Tirk a dagirker bi taybet li xeta ser sînor kesên Tirkmen û yên ku dibejin ‘em Tirkmen in’ bicîh dikin û nahelin ku Kurd û Ereb jî li wir bimînin. Heta komên çete yên Ereb jî, li ser sînor bi cih nakin. Armanca vê kiryarê demografiya wir xirab bikin û Tirkkirinê li herêmê pêk bînin. Êdî gihaştiye wê astê ku çeteyên li Efrînê hatine bi cîhkirin jî bi dewleta Tirk re nakok dibin û êdî jê bawer nakin. Çete dizanin ku wê rojek dewleta Tirk li gor berjewendiyên xwe wan jî bifiroşe.”
Gelê Efrînê di rizgarkirina Efrînê de hêza esas e
Ciwan Efrîn bal kişand ser armanca wan ya sereke û got: “Li dijî kiryarên dewleta Tirk hedefa me ya sereke rizgarkirina Efrînê ye. Wê çalakiyên me jî mezintir bibin. Gelê Efrînê di rizgarkirina Efrînê de hêza esas e. Lê bila herkes bi zanibe ku heya rizgarkirina Efrînê û heya ku gelê me careke din vegere ser xaka xwe, wê tekoşîna me dewam bike.”
Hevdîtinên veşartî
Ciwan Efrîn, der barê hevdîtinên di navbera Rûsya û dewleta Tirk ên li Efrînê de jî got: “Rûsya li hember rûdanên li Efrînê çavên xwe digre. Li gor agahiyên ku me girtine ev çend care Rûsya li Ezaz û Şêrawa hevdîtin bi dewleta Tirk re pêk aniye. Lihevkirinên dewleta Tirk û Rûsyayê di Efrînê de hîn jî berdewam in. Rûsya ji çalakiyên me yên li Efrînê nerazî ye. Em jî dibejin heya Efrîn rizgar nebe em ê çalakiyên xwe bi dawî nekin. Wê berxwedana me ya li Efrînê heya dawiyê berdewam be.”