
Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat a girêdayî Artêşa Azad bi hêzên YPG/YPJ’ê re, bi diruşmeya “Biratiya Gelan” daxuyaniyek da û diyar kir ku dê operasyonên wan heta bajaroka Girê Sipî dom bikin. Burkan El-Firat ji gundiyên li rojavayê Girê Sipî jî xwest ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê wan wekî mertal bikar neyînin, herêmê ji bo demekê vala bikin.
Burkan El-Firat bi hevkariya hêzên YPG/YPJ’ê re li gundê Êdiqê yê li başûrê Kantona Kobanê merasîmek leşkerî lidar xist û daxuyaniyek hevbaş da çapemeniyê. Di merasîma leşkerî ku zêdetirî 10 tugayên Artêşa Azad û hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parasatina Jin (YPJ) ku ji zêdetirî 500 kesap pêktên, amade bûn.
Berdevkê Fermî yê Burkan El-Firat Şerwan Derwîş daxuyanî xwend û diyar kir ku Odeya Çalakiyan Burkan El-Firat ku di 19’ê Nîsana 2014’an de hate damezirandin, ji destpêka avakirinê heta roja îro karîbûye li hember dijminên mirovahiyê şer bike, wan ji herêmê derbixe. Şerwan destnîşan kir fedayîtiya ku Burkan El-Firat li herêma Kobanê nîşan daye di cîhanê de deng vedaye û cihê xwe di dîrokê de girtiye.
Derwîş got: “Bi lehengiya xwe Burkan El-Firat îsbat kir ku hemû pêkhateyên herêmê dikarin parastina xwe li hemberî hemû êrişan bikin. Bi taybetî pêşketinên li eniya rojhilat û serkeftinên ku Burkan El-Firat di rizgarkirina gundên herêmê de bidest xistine, nîşaneya vê yekê ne.”
‘Bila welatî van deran vala bikin’
Derwîş, da zanîn ku operesyonên rizgarkirina herêmên di bin dagerkeriya çeteyên DAIŞ’ê de, wê heta Girê Sipî (Til Ebyad) berdewam bikin û bang li welatiyên li hemênên dibin dagirkeriya çeteyan de jiyan dikin kir ku ji bo ewlekariyê herêmên xwe ji bo demekê vala bikin. Derwîş wiha dom kir: “Em wekî Odeya Burkan El-Firat bang li hemû gelên ku di gundên nêzî qadên leşkerî yen li hemû eniya rojavayê herêma Girê Sipî dikin ku ji bo parastina xwe, van deveran vala bikin. Welatiyên sivîl yên girêdayî hêrêmê divê li hemberî terora çeteyên DAIŞ’ê hişyar bin ku neyên dorpêçkirin û wekî mertalên zindî neyên bikaranîn. Bila wekî gelên li Sirîn û Cerablosê wekî mertal neyên bikaranîn. Bi çeteyên DAIŞ’ê re nebin alîkar, ji ber ku çete dixwazin hejmareke mezin ji wan di pevçûnan de bikar bînin û wan tune bikin.”
Şerwan Derwîş di dawiya daxuyaniyê de got ku ew wekî hêzên di Odeya Burkan El-Firat de eşkere dikin ku ew ê hemû zagonên navnetewî ku parastina welatiyên sivil ên qadêrn şer dikin, esas bigirin. Derwîş got: “Ji b ku ev yek pêk were divê welatiyên herêmê ji bo demekê ji qadên şer dûr bikevin. Ji bo parastina sivîlan, bi taybetî li gundên ku dikevin nava deverên pevçûnan ev yek girîng e.”
DÎCLE MUSA/ANHA/KOBANÊ