Rustem Zal derheqê operasyonê de diyar kir ku armanca wan vekirina korîdorekê di navbera Hesekê û Şengalê de ye û her wiha rizgarkirina herêma Reqqa- Hollê ye. Fermandar Zal destnîşan kir ku balafirên koalîsyonê destekê dide wan lê pêngav bi giranê ji bejahî ve dimeşe lewre jî hêz û morala Hêzên Sûriyeya Demokratîk girîngtrîn e, ji faktorên din.
Gund û navçe wê bên paqijkirin
Her wiha Zal bi lêv dike ku ji bo azadkirina van gund û navçeyan ku di destê çeteyan de ye, pêngaveke nû hat destpêkirin û mînak gundê Salaliyê dide û wiha dibêje:” Gundê Salaliy ku navê xwe yê rastî Sarap e û gundê Hamra hene. Gundên Hamra û Sarapê hatin azadkirin, gundê Salihiyê ma. Em ê wê jî azad bikin. Li aliyê din li aliyên Til Hemîs, Til Berakê kom ketin nava tevgerê. Koma li aliyê Şengalê jî ket nava tevgerê. Yanî hem ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê hem jî, ji bo rizgariya gelan ji gefa komkujiyê ya DAIŞ’ê, pêngav hat destpêkirin.”
Pêşiya êrîşên li Kantona Cizîrê bê girtin
Rustem Zal radigîne ku bandora operasyonê wê li ser Kantona Cizîrê erênî be û wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Berê çeteyên DAIŞ’ê xwe nêzî heta Til Hemîs, Qamişlo, Dêrik û Hesekê dikirin. Bi taybetî piraniya Hesekê û Til Temirê di destê wan de bûn. Li vê derê komkujî anîn serê gelan. Ji şerê destpêkê û vir ve, piraniya vê herêmê hat azadkirin. Di destê DAIŞ‘ê de cihekî gelekî mezin nema, yên mayî jî piştî ku hatin azadkirin wê êdî li hemberî Kantona Cizîrê êrîş nikaribe bê kirin.”