Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî, li ser gefên dewleta Tirk ên li Efrîn û herêma Şehbayê dixwe, axivî û dest nîşan kir ku heta êrîş li dijî Rojava hebin, her yek ji wan leşker e û got, “Heta ku şer dewam bike, em gelên Rojava ji 7 heta 70 salî, leşker in. Ji me çi tê xwestin, em amade ne wê bikin û em ê bikin jî.”Eyşe Efendî bi bîr xist ku gefên dewlet Tirk ên li hemberî Efrînê dewam dikin û dest nîşan kir ku mîna li Kobanê wê li Efrînê jî hewesa wan di ber wan de bimîne. Efendî got, “Em hê jî di pêvajoyeke gelekî girîng û hesas de ne. Dewleta Tirk a ku nikare xwe li destketiyên me rabigire, çav berdaye Efrînê. Çawa ku dest li Kobanê werdan û bi gotina, ‘va ye li ber ketinê ye’ kêfxweş dibûn, niha jî gefê li Efrînê dixwin. Çawa ku li Kobanê hewesa wan di ber wan de ma, wê li Efrînê jî di ber wan de bimîne. Ji ber ku gelê Efrînê ji gelê Kobanê dûr an jî cuda nîne.”
Gel bersiva xwe li meydanan da
Eyşe Efendî got, “Em gelê Kurd, me di serketin û azadiyê de biryara xwe daye. Ji vê biryarê veger nîne” û wiha dewam kir: “Lê em dixwazin xeleka berxwedan û piştgiriyê ya li dora Kobanê hat avakirin, li dora Efrînê jî bê afirandin. Yên ku hê doh bi xewn û xeyala dagirkirina Efrînê radibûn, dîtin, ka gelê Efrînê bi sed hezaran çawa radibe ser piyan. Ew ji rêveberiyekê jî ji partiyekê jî natirsin. Ew ji gel ditirsin. Gel bersiva xwe li meydanan da.”
Yekîtiya me dive teqez çêbe
Eyşe Efendî anî ziman ku hê gelek hêz û derdor planan li dijî Rojava dikin û dest nîşan kir ku heta êrîş bidomin wê her ferdeke/î rojava mîna leşkerekî tevbigere. Efendî got, “Bêguman hê li qada herêmî û navneteweyî gelek hesab tên kirin, dek û dolab tên gerandin. Planên cuda hene. Lê belê divê em li dijî van hemûyan bibin yek. Çawa ku li Kobanê me yekîtiya leşkerî pêk anî, em dikarin yekîtiya xwe ya siyasî jî pêk bînin. Wekî din, em leşker in. Heta ku şer dewam bike, em gelên Rojava leşker in. Ji 7 salî heta 70 salî em leşker in. Ji me çi tê xwestin em amade ne bikin û em ê bikin.”
Bedena me yek e
Me gotina, “Eger pêwîstî pê hebe em ê lingê xwe girê bidin û çeperên xwe neterikînin” ku Eyşe Efendî di dema şerê Kobanê de gotibû, anî bîra Eyşe Efendî û wê jî got, “Helwêsta me hê jî bi heman rengî ye. Em xwedî heman felsefe û nêrînê ne. Jixwe, gelê Efrînê jî daket meydanan û bersiva xwe da. Belê me li Kobanê gotibû, eger pêwîstî pê hebe em ê lingên xwe girê bidin, lê Kobanê neterikînin. Em heman tiştî îro ji bo Efrînê jî dibêjin. Efrîn û Kobanê ne xerîbê hev in. Em Kurd in. Efrîn, Kobanê û Bakurê Kurdistanê yek in.”