Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Elmanyayê Berlînê ciwanên Kurd çalakî lidar xistin. Ji bilî wê li bajarê Elmanyayê Kolnê, li paytexta Fransayê Parîsê, li paytexta Swêdê Stockholmê, li bajarê wê Borlangenê jî bi heman armanca çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiya li Berlînê, li taxa Kreuzbergê ya Berlînê li navenda Tottbusser Torê çêbû.

Di çalakiya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de fîşekên hewayî hatin avêtin.

Ciwanan diyar kir ku çalakiyên wan wê bidomin û bang li Kurdên li Berlînê û dostên wan kir ku beramberî tecrîdkirina Ocalan timî hestyar bin.

Li paytexta Swêdê Stockholmê jî ji bo azadiya Ocalan Kurdistanî li paytexta Swêdê Stockholmê jî bi meşaleyan meşiyan. Li bajarê Borlangeyê jî ciwanên Kurd belavok belav kirin.

Li bajarê Swêdê Borlangeyê jî, endamên Ciwanên Azad bi şiyara “Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re” ji bo tecrîdê şermezar bikin belavok belav kirin.

Ciwanan diyar kirin ku heta tecrîd bê rakirin wê çalakiyên xwe bidomînin û heta azadiya fîzîkî ya Ocalan wê têbikoşin.

Endamên Ciwanên Şoreşger li bajarê Elmanyayê Kolnê, li ber dêra Domê civiyan û ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan, çalakiyek li dar xistin.

Ciwanan bi findan li ser erdê peyva ‘Ocalan’ nivîsî û der barê armanca çalakiyê de belavok belav kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li banliyoya Drancy ya li paytexta Fransa Parîsê jî meşeke bi meşaleyan li dar xist. Ciwanan tecrîdkirina Ocalan şermezar kir, daxuyanî da û sirûda Çerxa Şoreşê xwend.

 

NAVENDA NÛÇEYAN