Li gelek bajarên Elmanya, Danîmarka, Îtalya û Swîsreyê yên din jî Kurdistaniyan û dostên wan doza azadiya Ocalan bi çalakiyan îfade kir û peyama, heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên wan dewam bikin.
Li Hamburgê Freiheit für Ocalan
Li bajarê Elmanyayê Hamburgê endamên Ciwanên Azad li stasyona trenê ya navendî civiyan û ji bo şermezakirina tecrîdkirina Ocalan, çalakiya îteatnekirina sivîl pêk anîn. Ciwan bi gotina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Freiheit für Ocalan” belavokên li ser tecrîdê belav kirin.
Ji bo şikandina xeleka tecrîdkirinê
Ciwanên Kurd û Kurdistaniyên li paytexta Ingilîstan Londonê bi armanca şikandina xeleka tecrîdê ya li dor Ocalan, çalakî li dar xistin. Çalakî bi pêşengiya Ciwanên Azad li stasyona trenê ya dîrokî ya Londonê Kîng’s Crossê, pêk hat. Ciwanan dirûşmên “Ji Ocalan re Azadî”, “Kujer Erdogan” û “Bijî Serok Apo” bi zimanê gotin.
Ji bo Ocalan Çerxa Şoreşê
Endamên Ciwanên Azad li balafirgeha bajarê Elmanyayê Hannoverê jî daxwaza azadiya Ocalan kir. Ciwanan li balafirgehê sirûda Çerxa Şoreşê got û tecrîdkirina Ocalan şermezar kir. Ciwanan bang li hemû welatparêz û ciwanên Kurd ên şoreşger kir ku ji bo azadiya Ocalan bi şev û roj çalakiyan li dar bixin. Her wiha NCDK û Meclîsa Jinê ya Ronahî, li bajarê Elmanyayê Hannoverê meşek ji bo azadiya Ocalan organîze kir.
Li Belçîka jî çalakiya îteatnekirina sivîl
Li bajarê Belçîkayê Liegeê endamên Ciwanên Azad li stasyona trenê ya Liege-Guilleminsê civiyan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Ciwanan posterên Ocalan û alên Ciwanên Azad hilgirtin, li ser rewşa Ocalan agahî dan û banga zêdekirina çalakiyan li ciwanên Kurd kir.
Li Kopenhagenê nobeta li dijî tecrîdê
Li aliyê din bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi heman armanca şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan û Qirkirina Şengalê, çalakiya nobedê ya roja Înê destpê kirî, bi meşeke ji Vesterbros Torv heta Gammel Torvê qediya.
Kurdistaniyan li meydana Gammel Torvê konê agahdarkirinê veda û têkildarî tecrîdê û li ser rewşa dawî ya li Kurdistanê belavok hatin belavkirin. Sînevîzyoneke li ser rewşa Ocalan jî bi jêrnivîsa Ingilîzî hat nîşandan û gelek bal kişand ser xwe.
Li seranserê Ewrûpa çalakî hene
Li bajarê Grosetto û girava Sardegna yên Îtalyayê, ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Li Grosettoyê, bi pêşengiya Navenda Çandê ya Araratê konê agahdarkirinê hat vedan. Li girava Sardegnayê jî Tevna Dostaniya Kurdistanê kon veda û têkildarî tecrîdkirina Ocalan agahî dan raya giştî.
Li bajarê Hollandayê Rotterdamê bi sedan kes ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina komkujiya Şengalê civiyan û ji ber avahiya şaredariyê dest bi meşê pê kir. Piştî meşa di nava bajêr re li heman cihî mîtîngek hat lidarxistin. Di dema meşê de Qirkirina li Şengalê jî bi rêya lîstikeke şanoyê hat vegotin.
Li Swîsreyê ‘Ocalan azadî ye, aştî ye’
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî ya najarê Swîsre Baselê, li Meydana Clara çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de jinan devê xwe bi bandan girê da, lingên xwe bi zincirê qeyd kir û xwe li erdê dirêj kir. Di vê çalakiya xeleka ji mirovan de, belavok hatin belavkirin. Her wiha jinên tîşortên ji wêneyên Ocalan li xwe kirî, li postaxaneya Baselê 100 name ji Ocalan re şandin.
Li bajarê Swîsreyê Baselê jî Meclîsa Jinê ya Bêrîtan li kolana Bahnhofê çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta li ser nivîsandî “Ocalan azadî ye, aştî ye, li Tirkiyeyê dîlgirtî ye û em nikarin agahiyekê jê bigirin” hat hilgirtin.
Komuna Jinê ya Ekîn Wan a li bajarê Swîsre Churê dezgeha agahdarkirinê vekir.
NAVENDA NÛÇEYAN