
Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê tevkujiya fizîkî û siyasî di zik hev de li dij Kurdan didomîne. Operasyona tevkujiya siyasî ya AKP'ê niha jî Hevserok û parlementerên HDP'ê yên dengê 6 milyon mirovî girtibûn hene.
Di encama operasyona hovane ya binçavkirinê de doh Hevserokê HDP'ê Selahaddîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, Cigirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, Parlementera Mêrdînê Gulser Yildirim, Parlementera Amedê Nursel Aydogan, Parlementera Şirnexê Leyla Bîrlik û Parlementera Colemêrgê mîna dîlê şer avêtin zîndanê.
Dema doh protestoyên gel berdewam dikirin Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Sebahat Tuncel jî hate binçavkirin.
Hevserok û parlementeran di parastina xwe ya hevbeş de gotin: "Em nûnerên gel ên hilbijartî ne. Ji ber xebatên me yên siyasî tenê gelê ku em hilbijartine dikare me bidarizîne. Têkoşîna me ya siyasî wê bi biryardarî bidome. Zû an dereng wê têkoşîna me ya demokrasiyê biser bikeve."
Parlamenterên HDP'ê li meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xistin û peyama, "Emê gavê bipaş de neavêjin, roj roja kombûna li dora HDP'ê ye" dan. Her wiha Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), DBP'ê jî banga bilindkirina têkoşînê kirin.
Di erî de Amed li Enqere, Stenbol, Mêrdîn, Riha, Bûrsa, îzmîr, Sêrt, Antalya, Wan û hin bajarên din êrîşên li ser nûnerên Kurd hatin şermezar kirin. Hêzên AKP'ê êrîşî çalakvanan kirin û gelek kes hatin binçav kirin.
Siyasetmedar û rêxistinên başûrê Kurdistanê jî êrîşa li ser parlementeran şermezar kirin. PDK, YNK, Goran û serokatiya herêma başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyan operasyona li dij HDP'ê şermezarkirin.
Li aliyê hovîtiya li dij HDP'ê li Ewropayê jî rojeva yekemîn bû. Hikumet û hemû partiyên Almanyayê, partiyên Fransa, Îtalya, Swêd, Komara Çek, DYA, serok û nûnerên sazî û rêxistinên Yekîtiya Ewropay, Parlemena Ewropa û Konseya Ewropayê, her wiha Nûnerên Neteweyên Yekbûyî nerazîbûn nîşan dan.
NAVENDA NÛÇEYAN