Berxwedana Nasir Yagiz 183,Fadîle Tok 123,Herem Mahmûd 87 û Merwan Memdûh Ozdemîr 8 roj li pey xwe hişt.Berxwedêr dibêjin,heya ku tecrîd hebe wê çalakiya me bi biryardarî dewam bike.

Li Hewlêr, Mexmûr, Silêmanî û Germiyan berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin dewam dike.Çalakiya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê li dijî tecrîda li ser Ocalan hatî destpêkirin 183 roj li pey xwe hişt. Bi heman armancê çalakiya Nasir Yagiz jî bi biryardarî dewam dike. Doh çalakî ji aliyê koma 91’emîn ve hate dewir girtin. Li ser navê koma nû Ewnî Girdeşine axivî û got; “Em livir dibêjîn, heya ku tecrîda li ser Rêber Ocalan hebe wê çalakiya me dewam bike. Tirkiye dixwaze bi tecrîda ser Ocalan îradeya gelê Kurd bişkêne. Lê bila Tirkiye baş bizane hertim gelê Kurd wê hemberî dijmin raweste û bi serkeve. “

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî çalakiya li dijî tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 158’an de ji aliyê komek nû ve hat dewir girtin. Herwiha çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî bi vînek xurt di roja 123’an de didome. Di merasîma dewir girtinê de li ser navê koma 52’emîn Hewar Gabarî axivî.Çalekvan Hewar Gabarî destpêkê xêrhatina kesên amade, koma nû kir û got: “Eger ji bo gelek bindest bi hezaran mirov, ciwanên wî gelî ji bo nirx û pîroziyên gelê xwe canê xwe li ber mirinê razane, ev tê wê wateyê ew gel azade.”

Çalakgerên Silêmanî: Serkeftin nêze

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezomopotamya li Silêmanî jî ji aliyê koma 81. ve dewam dike. Jina çalakger a ji bajarê Silêmanî Zara Ehmed li ser navê çalakgeran peyivî û got:”Heya ku  tecrîd ranebe em dest ji çalakiya xwe bernedin.Baweriya me heye ku wê çalakiya me serbikeve û serkeftin jî nêze.Lazime herî zêde jin beşdarî çalakiyan bibin.Ji ber tecrîd tenê li ser Rêber Apo nîne, li ser tevahî gelê me û jinan jî heye.”

Heta encam neyê girtin

Çalakiya rojiya mirinê ya ciwanê ji Bakurê Kurdistanê Merwan Memdûh Ozdemîr jî 14’ê Gulanê li Silêmanî destpêkiriye 8 roj li pey xwe dihêle û bi biryardarî didome.

Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê jî Herêm Mehmûd de. Herem Mahmûd  ev 87 roj in li dijî tecrîda li ser Ocalan li navçeya Kelar a îdareya Germiyanê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kiriye.Herêm Mahmûd bi biryarê heta ku tecrîd ranebe wê çalakiya xwe dewam bike.

Şandeyek ji Nûnertiya Rojavayê Kurdistan ya li Başûrê Kurdistanê, bi armanca piştgirîdayînê serdana çalakgerê greva birçîbûnê Herêm Mehmûd kir.Şande ji Nûnertiya Xweseriya Demokratîk ya Rojhilat û Bakurê Suriye, Nûnertiya PYD’ê û Kongra Star yên li Başûrê Kurdistanê pêk tê.

Nîşaneya yekîtiya gelê Kurde

Şandeyê di serdanê de eşkere kirin ku armanca wan ya serdanê ewe ku ji nêz ve li rewşa Herêm Mehmûd agahdar bibin û piştgiriya xwe bidin nîşandan.Herwiha şandeyê got, ku ev çalakî nîşaneya yekîtiya gelê Kurde li herçar parçên Kurdistanê û ji gelê Germiyanê daxwaz kir ku çawa li şoreşa Rojava xwedî derketiye, divê wisa xwedî li çalakiyên grevên birçîbûnê jî derkevin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN