Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, mîna her hefteyê vê Çarşemê jî li Asmûs Bremer Platz a li bajarê Kîelê li hev civiyan.
Kurdistaniyan tîşortên ji wêneyên Ocalan û bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ li xwe kirin, li ser rêya bingehîn a bajêr bi sedan belavok belav kirin.
Li Brîghtonê çalakiya li dijî desteserkirina şaredariyan
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sûssexê li navenda bajêr çalakiyek lidar xist û desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir.
Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin. Di belavokan de hat gotin, Tirkiye Şertê Rêveberiyên Herêmî yên Yekîtiya Ewrûpayê binpê dike û hat xwestin, ku zext li hikûmeta AKP’ê were kirin.
Li ber parlementoyê belavok hatin belavkirin
Kurdistaniyan li Viyanayê jî tecrîda li ser Ocalan û desteserkirina şaredariyan şermezar kirin û ji Yekîtiya Ewrûpa û CPT’ê xwestin, ku li dijî tecrîdê bikevin nava tevgerê. Li ber avahiya parlamentoyê li ser armanca çalakiyê gelek belavok hatin belavkirin.
KÎEL / BRÎGHTON/VÎYANA