Bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û piştgiriya çalakiya parlamentera HDP`ê Leyla Guvenê, li Rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûrî nerazîbûn dewam dikin. Xelkê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê dest bi greva birçîbûnê kir. Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star bi dirûşmeya “Em ê tecrîdê hilweşînin û faşîzmê tine bikin” çalakiyan bi rêve dibin. Konê çalakiyê li Çerxerêya Serêkaniyê ya navçeya Dirbêsiyê hatiye vedan. Li kon, wêneyên parlamenter Leyla Guven û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Bi sedan şêniyên navçeyê beşdarî grevê bûne û hê jî tevlîbûn dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê wê 2 rojan dewam bike.

Ji bo jiyaneke azad û bi rûmet

Bi heman armancê li herêma Şehbayê jî bi tevlîbûna sedan jinî greva birçîbûnê hat  destpêkirin. Di çalakiyê de gelek jinên ku li Sûriyê di dîrokên cuda de Ocalan dîtine jî tevlî çalakiyê bûne.

Jina bi navê Zêno Xelîl ku du caran bi Ocalan re runiştiye, diyar kir ku Ocalan kesek e ku hem dilnizm e û hem jî enerjiya erênî li derdora xwe belav dikir. Çalakgera bi navê  Esmehan Resûl jî dibêje, “Heta em tecrîdê bişikînin em ê li ber xwe bidin.” Gulê Cemo jî destnîşan kir ku tiştek li tevahiya cihanê li hemberî têkoşîna wan ji bo jiyaneke azad wê nikaribe bibe asteng.

 

NAVENDA NÛÇEYAN