Namzetê Wezareta Karên Derve yê Serok nû yê DYA Trump, Tîllerson diyar kir ku wê piştgiriya Kurdên li Sûriyeyê bidomînin. Tîllerson destnîşan kir ku wê mabeyna Tirkiye û Kurdên li Sûriyeyê hevsengiyekê ava bikin.

Rêveberiya Serokê DYA Trump a ku Enqereyê hêviyên xwe pê ve girêdabû jî destnîşan kir ku wê destekê bidin Kurdan. Li gor nûçeya Dûvar, Namzetê Wezîrê Karên Derve yê Donald Trump, Rex Tîllerson ji bo Rojava got, “Li dijî DAÎŞ’ê hevalbendên me yên herî baş in.” Tîllerson anî ziman ku wê mabeyna Tirkiye û Kurdên li Sûriyeyê hevsengiyekê ava bikin.

Tîllerson, beriya wezîrbûyina wî were erêkirin îfade da Senatoyê, li ser pirsa, “hûn ê lîdertiya Amerîkayê çawa ji nû ve saz bikin” jî destnîşan kir ku wê bi hevalbendên xwe yên li herêmê ji nû ve têkîliyan ava bikin. Tîllerson got, “Bêyî tevlîbûna me, Rûsya, Tirkiye û Îran li Sûriyeyê şertan li ser me ferz dikin” û wiha dewam kir; “Divê em ji nû ve peywendiyan bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan re deynin. Ji ber tinebûna lîdertiya Amerîkayê, li Sûriyeyê gelekî ket nav fikaran. Berê xwe da hevalbendê xwe yê din, Rûsyayê. Divê em pê bidin fêmkirin, hevalbendiya wê ya Rûsya nadome, lê ya domdar bi DYA re ye.”

‘Emê piştgiriya Kurdan bidomînin’

Tîllerson, destnîşan kir ku gava duyemîn a li Sûriyeyê têkîldarî DAÎŞ’ê ye, mijar anî ser Kurdan û got, “Li dijî DAÎŞ’ê hevalbendên me yên herî baş in.” Tîllerson wiha pê de çû; “Pêwîst e DYA ji nû ve girêdana xwe ya bi Kurdên Sûriyeyê re nîşan bide.”  

Tîllerson deştînşan kir ku heger DAIŞ hewil bide bireve herêmên din ên Sûriyeyê divê hêzên hevpeyman ên here bihêz werin avakirin û bi yekcarî DAIŞ ji holê bê rakirin. Divê em stratejiyeke nû li dijî DAIŞ`ê bişopînin.“


 WASHÎNGTON