Ji kovarên bingehîn ên Evanjelîstên Emerîkî, Christianity Today ragihand ku Serokê DYE'yê Donald Trump ji aliyê 'exlaqî ve têk çûye' û bang kir da ku wî ji wezîfeyê bikin.
Serokê DYE'yê Trump ji evanjelîstên Xiristiyan ên spî piştgiriyeke xurt werdigire, lewma banga kovara "Chiristianity Today" girîng tê dîtin.
Kovarê ragihand ku Trump ji aliyê 'exlaqî ve têk çûye' û di hejmara xwe ya 45'an de xwest Serokê DYE'yê ji wezîfeyê bê kirin. Di nivîsa edîtor a kovarê de hate ragihandin ku ew bi giranî xwe ji siyasetê vedigirin.
Di nivîsê de hate gotin, "Carinan em pêwîstiyê pê dibînin ku nêrînên xwe yên der barê karên siyasî de eşkere bikin."
Kovarê ragihand ku Serokê DYE'yê Trump ji bo îtîbara yek ji muxalifên xwe (Joe Biden) kêm bike, hêza xwe ya siyasî bi kar aniye. Di nivîsê de hate destnîşankirin ku ev yek ne tenê li dijî Destûra Bingehîn e, her wiha bi rengekî mezin li dijî exlaq e.
WASHINGTON