KNK-Rojava li dijî gefên dagirkerina Rojavayê Kurdistanê bi aliyên siyasî re ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî rûdine. Koalîsyona Kurdî li Sûriyê bersiv da KNK-Rojava û got, ew ê di nava xebatên yekîtiya neteweyî de cihê xwe bigire. Pêşverû jî hevdîtina bi KNK-Rojava re erênî nirxand.

Hevbendî banga KNK-Rojava bi cih anî û wê beşdarî xebatên yekitiya neteweyî bibe. Komîteya KNK-Rojava di çarçoveya kar û xebatên nîqaşên bi partiyên siyasî re, heta niha serdana Koalîsyona Kurdî li Sûriyê (Hevbendî) û Pêşverû re kiriye.  Endama KNK-Rojava Derya Remedan diyar kir ku Hevbendî wê beşdarî yekitiya neteweyî ya Kurd bibe.

Bi înîsiyatîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)-Rojava, bi armanca avakirina yekitiya Kurd û pêşîgirtina li xeterên li ser hebûna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, komîteyek ji 5 endamên KNK-Rojava ku bi hemû partiyên Kurd re têkiliyan dayne, hat avakirin.

Destûra xebata siyasî ya bê ruxset

Komîteya KNK-Rojava di çarçoveya kar û xebatên yekitiyê de yekemîn gava xwe avêt û got, partiyên ruxsetnekirî, dikarin buroyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekin.

Di çarçoveya xebatên komîteya KNK-Rojava de ku ji Endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Şêx Sînan Ehmed, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Sûriyê Dilawer Zengî, endamên Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî Ebdulkerîm Umer, Derya Remadan û doktorê şûnwar û mamosteyê Zanîngeha Rojava Silêman Ilyas pêk tê, doh çû serdana navenda Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê ya bajarê Qamişlo.

Pêşverû erênî pêşwazî kir

Endamên Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê Hesen Cengo, Geylan Oskan û Abbas Mustafa komîte pêşwazî kir. Civîn li çapemeniyê girtî pek hat.

Yek ji endamê Komîteya KNK-Rojava Derya Ramadan li ser kar û xebatên xwe yên bi partiyên siyasî re axivî.

Derya Ramadan behsa civîna bi Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê re kir û got, “Pêşwaziya ji aliyê Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê bi erênî bû. Me rewşa siyasî, gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, giringiya pêvajoya heyî, dagirkerina Efrînê, rewşa gelê Kurd û yekitiya neteweyî ya Kurdan, nîqaş kir.”

Nîqaşa bi Pêşverû re erênî bû

Derya diyar kir ku Partiya Pêşverû tekildarî yekitiyê ti bersiva eşkerê nedaye, lê nîqaş bi nêrînên erênî derbas bû û wiha dewam kir: “Heta demeke din wê derbarê beşdariya nava xebatên yekitiya neteweyî ya Kurd de, Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê bersivê bide me. Em bawer dikin, bersiva wan jî wê erênî be.”

Endamê Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê Geylan Oskan jî têkildarî nîqaşên bi komîteya KNK-Rojava re peyivî.

Geylan Oskan diyar kir ku civîn erênî derbas bû û ti nakokî çênebûn û wiha dewam kir: “Di çarçoveya yekitiyê de nîqaş hat kirin. Di demeke wiha de yekitiya gelê Kurd girîng e. Sûriye di qonaxake girîng re derbas dibe. Wekî partî me jî gelek caran banga yekîtiyê dikir. Em ji bo yekîtiya gelê Kurd amade ne. Me ji komîteyê re ragihand ku em ê demeke nêz de berisva wan bidin.”

Hevbendî guh da banga KNK-Rojava

Komîteya KNK-Rojava bi Koalîsyona Kurdî li Sûriyê (Hevbendî) re têkilidarî xebatên neteweyî ya Kurd beriya niha bi çend rojan civiyabû. Têkildarî nîqaşên ku hatine kirin û encamên wê, Derya Remedan got, “Di encama nîqaşan de ku bi Koalîsyona Kurdî li Sûriyê (Hevbendî) re hate kirin, Hevbendî bersiva me da û got, ew ê tevlî xebatên yekitiya neteweyî bibin.”

 

ANHA / QAMIŞLO