Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyê bi armanca xurtkirina rola jinên di nava partiyan de civînek bi endamên partiyên siyasî yên herêma Firatê re li darxist.Civîn li buroya Meclisa Jinên Sûriyê ya li bajarê Kobanê pêk hat.Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyê Nûjîn Yûsif, endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê Cîhan Mihemed, rêveberên Partiya Çepgir a Kurdî ya Sûriyê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Em herêmên ewle naxwezin

Di civînê de Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyê Nûjîn Yûsif axivî û got,”Dewleta Tirk a dagirker hewl dide xwe bigihîne rejîma Sûriyê da ku herêma ewle ava bike.Em avakirina herêma ewle ya ji aliyê Tirkiyê ve red dikin. Diyalogên Sûrî – Sûrî çareseriya herî baş ji bo aloziya Sûriyê ye."

Divê em li dijî êrişa bisekinin

Endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê Cîhan Mihemed jî got,Divê hemû jin zêdetir cihê xwe di nava Meclisa Jinên Sûriyê de bigirin da ku li dijî hemû neheqî û bêedaletiyan bisekinin.”

Di dawiyê de şêwazê pêşxistina têkiliyên di navbera wan û Meclisa Jinên Sûriyê de nîqaş hatin kirin. 

 

 ANHA/KOBANÊ