
Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ji bo pêşketinên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û rewşa Kurdan a li Sûriyeyê bi Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) û Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih re hevditinek pêk anî. Hat zanîn di hevditinê Salîh de piştgiriya xwe ya ji bo Kurdên Rojava daye diyarkirin.
Runiştin li Hewlêrê li Mekteb Siyasiya YNK’ê pêk hat. Di nava heyetê de Sînem Mihemed, Salih Mislim, Aldar Xelil, Îlham Ehmed û Dr. Hisên Koçer amade bûn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin civîna di navbera Berhem Salih û MGRK’ê de pêk hat li ser pêşketinên Rojavayê Kurdistanê bû. Hat zanîn Berhem Salih daye diyarkirin ku ew ê bi her awayî piştgiriya xwe ya ji bo Kurdên Rojava bidin.
Salih got ku ew li pişt yekitiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne û divê Kurd li Rojavayê Kurdistanê herdem yekrêz bin û yekitiya xwe xira nekin. Hat zanîn di civînê de MGRK’ê jî daye diyarkirin ku hebûna Kurdan ya Rojava ne tehditek e. Ji ber ku îro Kurd dixwazin Sûriyeyêyeke demokratîk ava bikin û di nava wê de jî hemû gel mafê xwe bi dest bixin û azad bin. Civîn bi nîqaş û rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê dawî bû.
Bi Partiya Yekgirtî ya Îslamî ya Kurdistanê re civiyan
Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) û Meclisa Gel di serdana Herêma Federal a Kurdistanê de serdana Partiya Yekgirtî ya Îslamî ya Kurdistanê kir. Di serdanê de Yekgirtî ya Îslami ya Kurdistanê got ew amadene di hemû aliyan de alîkariyê bidin Kurdên Rojavayê Kurdistanê.
Hat zanîn di serdanê de Segreterê Giştî yê Partiya Yekgirtî ya Îslami ya Kurdistanê Mihemed Firiç, endamê Mekteba Siyasî Mewlid Mirad û ji heyeta PYD’ê jî Salih Muslum, ji Meclisa Gel Sînem Mihemed û temsilciyê PYD’ê yê li herêma başûrê Kurdistanê Dr. Hisên amade bûn. Hevditin li Mekteba Siyasi ya Yekgirti ya Îslami ya Kurdistanê li Hewlêrê pêk hat. Hat zanîn di hevditinên de rewş û pêşketinên dawî yên li rojavayê Kurdistanê hatine nîqaşkirin. Li gorî agahiyên hatine standin Partiya Yekgirtuya Îslami ya Kurdistanê daye diyarkirin ku ew amadene ji bo her alîkariya gelê Suriye. Hatiye diyarkirin ku kesên ji Suriye penaberî Kurdistanê buyin jî wê bên alîkarîkirin û li wan xwedî bê derketin.
Di hevditinê de nûnerê PYD û Meclisa gel ji Partiya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê xwestiye li hemberî kesên êrîşên hemberî Kurdan dikin û bi islamyeta sixste dikin tê bikoşin. Ji ber ku li rojavayê Kurdistanê gelek derdor hene li ser navê İslamiyetê êrîşê Kurdan dikin. Di hevditinê de Segreterê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê da diyarkirin ku ew bi itifaqa Kurdan re ne û wiha got: "Divê li Rojavayê Kurdistanê yekitiyek herdemî hebe. Em herdem piştevaniya wan dikin. Di hevditina hatî kirin de nunerên PYD’ê dan zanîn ku ew li ser esasê Suriyê demokratik û dinava wê de jî hebuna Netewa Kurd kar dikin.
HEWLÊR
Hewlêriyan Kurdên Sûriyeyê silav kirin
Gelê Hewlerê Kurdên Sûriyeyê silav kir û dan zanîn ku ewê hertim bi wan re bin û yek bin.
Piştgiriya ji bo Kurdên Sûriyeyê her ku diçe belav dibe. Pêr danê êvarê li bajarê Hewlêrê li ber derê Parka Şanedar çalakiyekî piştgiriyê hat sazkirin. Çalaki ji aliyê komiteya piştevaniya Kurdên Rojava ve pêk hat. Di çalakiyê de bi dehan nunerên saziyên sivil û gel amade bûn. Destpêkê li ser navê komiteya piştvaniya Rojava peyamek hat xwendin. Di peyamê de hat gotin ew wek gelê Kurd yê li Hewlêrê herdem piştgriya gelê Rojava dikin û çi bê xwestin ew amadene. Hat diyarkirin ku Kurd dixwazin her deverê bi awayekî aştiyane azadiya xwe bi dest bixin.
Çalakiya ku bi dehan nûnerên saziyên sivil yên civakî tevlibûn, bê navber dirûşmên “Bijî yekitiya gelê Kurd” berz kirin. Dîsa her nunerê saziyekê li ser navê saziya xwe mafê axaftinê girt û hemûyan ji peyama em bi gelê Rojavayê Kurdistanê rene da.
Di nava saziyan de PÇDK, KNK, PYD, Hizbi Zehmetkêşanî Kurdistan, CHAK û gelek saziyên din jî amade bûn. Nunerê PYD’ê Dr. Huseyîn jî mafê axaftinê girt, Huseyîn da zanin ku armanca partiya wan heya îro ew bû ku dê çawa gelê Kurd yê li rojava ji vê tofanê xilas bike û wiha dewam kir: “Her çendî ku siyasetek ya reşkirinê li ser tevgera me hat meşandin jî, lê me xebatên xwe dewamkir û me wê siyaseta reşkirinê û siyaseta ku di gotin Kurd nabin yek têkbir û em gihiştin armanca xwe.”
Di peyamade hat xwestin gelê Kurd yekrêziya xwe xira nekin û her roja biçe yektiya xwe xurt bikin, herî dawî çalakiya piştgiriya ji bo Kurdên Rojava bi dirûşman dawî bû.