Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Nusredîn Îbrahîm der barê trafîka dîplomasiyê ya di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê MGRK û Enîya Nîştîmaniya Kurd a Sûriyê ENKS de agahî dan. Îbrahîm, diyar kir ku divê herdû meclîsên Rojava di bin yek sêwanê de wek nûnerê gelê Rojava beşdarî Cenevre-2 bibe. Herwisa Îbrahîm da diyar kirin kû ew wek encûmena nîştîmanî li dijî hêzek din a leşkeri li Rojavayê Kurdistanê ne. Têkildarî Deriyê Sêmalka jî daxuyakirin kû wê di demek pir nêzîk de gelê Kurd dê mizginiya vekirina derî bibihîse.

Naskirina Kurdan

Îbrahîm di nava axaftina xwe de balkêşand ser qeyrana li Sûriyê û da zanîn kû pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên herî mezin a Sûriyeyê ye. Axaftina xwe wiha bedewam kir; "Lewma heta kû li Sûriyê mafê Kurdan neyê naskirin ne gengaze ku qeyrana Sûriyeyê bidawî bibe. Em dixwazîn herdu meclîsên Rojava MGRK û ENKS ku di 23-11-2012'an de li Hewlêrê li ser dîtina hevbeş li hevhatibûn, li ser heman xalê daxwaza me ewe her du meclîs çi bi awayê şandek serbixwe çi jî di nav mûxalefeta Sûriyê de weke nûnerê Kurdan beşdarî Cenevre- 2 bibe."

Deriyê Sêmalka wê vebe
Derbarê deriyê sinor yê Sêmalka de jî Îbrahîm da zanîn kû li Başûrê Kurdistanê nêzî 250 hezar penaberên Rojava hene û ji bo ev penaber bikarin vegerin ser warên xwe û alikariyên mirovî ji Rojvayê Kurdistanê re biçin divê derî were vekirin û wiha pêde çû; "Ji bo vê jî em dixwazîn Deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji bo alikariyên mirovî û rewşên lezgîn bê vekirin. Ji bo vê jî em naxwazîn bi tu awayî Deriyê Sêmalka bibe qurbanê berjewendiyên siyasî. Ji ber kû Rojava ji her çar aliyan ve di bin dorpêça komên çete û hêzên neyarên Kurdan de ye. Lewma divê Kurd jî xwedî li Rojava derbikevin, ne ku bibin şirîkê hêzên dijminên Kurdan. Vekirina Deriyê Sêmalka wê ji bo gelê Kurd bibe mizginiyek."

Îradeya Desteya Bilind

Îbrahîm din ava axaftina xwe de balkêşand ser Desteya Bilind a Kurd û dîtinên xwe wiha anîn ziman; "Divê xalên girêdayî Desteya Bilind û herwisa komîteyên girêdayî desteyê û dîplosiya ji der ve tê kirin pêwîste li ser bingehê Desteya Bilind a Kurd bên avakirin. Ji bo kû em bikarîn yekîtiya xwe çêbikin divê em van xalan hemûyan pêkbînîn. Divê ji karên ku leşkeri, dîplomasî, ewlehî û xizmet pêşxistin li ser avabûye hemû li ser bingehê yeketiyê bibe yek. Divê herdu meclîs di hemû aliyan de li hev bikin. nabe di aliyekê de li hev bikin û di aliyekê de jî her yek bi serê xwe tevbigere. Herwisa têkiliyên dîplomasî yên kû bi muxalefetê re tên kirin, divê li ser navê Desteya Bilind a Kurd bên kirin."

Hêzek din a leşkerî karesatek e

Herwisa li ser gotinên avakirina hêzek leşkeri a ji derveyî YPG'ê li Rojavayê Kurdistanê jî Îbrahîm, da zanîn kû ew tiştek bi vî awayî tu car napejirînin û gotinên xwe bi vî awayî domand; "Jibo kû gelê Kurd li rastî tu karesatan û şerê navxweyî neyê em jî li dijî hêzêk leşkeri a ji derveyî YPG'ê ne. Jibo vê yekê jî em jî em dibêjin tenê bila YPG hêza leşkeri ya Rojavayê Kurdistanê be û wek encûmena Rojava çi derfetên di destê me de heyî emê YPG'ê re bibîn alîkar. "

Tifaqa MGRK û ENKS´ê
Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de peyama xwe ya têkildarî hevdîtinên di navbera herdû meclîsan de bi vî awayî rêz kir; "Di dawiyê de jî ez dibêjim ji bo Rojavayê Kurdistanê û berjewendiyên gelê Rojava tişta herî ferz û girîng yekbûyîna herdu meclisên Rojava MGRK û ENKS´ê ye. Hemû gelê me jî dixwaze ev firsenda gihiştî destê herdû encûmenan û ketina pêvajoya hevdîtinan de divê pêl hemû xilafatên xwe bikin. Lewra ez dibêjim yeketiya herdu encûmenan wê encamek baş jibo Rojava û Sûriye ya demokratîk re bîne."


NÎHAT KAYA/WEHBÎ DEMÎR / DÎHA/HEWLÊR