Her wiha destûr ji heyetê re nehat dayîn ku li pêşiya girtîgehê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Li ser vê yekê, heyetê li erdekî bi qasî 200 metreyî dûrî girtîgehê, daxuyanî da çapemeniyê.

Serokê Giştî yê PES’ê Sergey Stanîşev da xuyakirin, ku têkildarî Tirkiyeyê rexneyên giran hene û got, “Ji bo em van fikaran bilêv bikin, îro li Tirkiyeyê ne.” Stanîşev diyar kir, hewldana darbeyê weke bahane tê bikaranîn û êrîş li hêzên demokratîk tê kirin.

Stanîşev destnîşan kir, ku êrîşên li dijî HDP’ê ne yên qebûlkirinê ne û anî ziman, ev êrîş ji bo qedandina partiyeke ku bi mîlyonan deng girtiye. Stanîşev da xuyakirin, ku Tirkiye ji bo Yekîtiya Ewropayê girîng e, lê belê azadî mîna mifteyekê girîng û diyarker e. Stanîşev got, ew ê rewşa ku li Tirkiyeyê dîtine ji saziyên li Ewropayê re vebêjin.

Parlamenterê Elman Arne Lîetz jî got, “Zext li rojnamevan û akademîsyenan tê kirin û em ji vê rewşê bi fikar in.” Lîetz diyar kir, eger Tirkiye bi berpirsyariya xwe ranebe, ew ê nikaribin serbestiya vîzeyê bidin û got, ‘qanûna terorê’ bi rengekî neyînî tê bicihanîn.


‘Em ji bo piştgiriyê hatin’

Ji Parlamenta Swêdê Marîa Granlmd jî got, “Em ji bûyerên bi serê Demîrtaş ve hatine û bûyerên di dema dawî de qewimîne bi fikar in. Ji bo piştgiriyê em îro li vir in. Qet nebe em piştgiriya xwe nîşan didin. Em ê rewşa li vê derê li Swêdê vebêjin.”

Ji Parlamenta Îtalyayê Pîa Elda Locatellî jî ragihand, zexta li hêzên demokratîk ne ya qebûlkirinê ye û nerazîbûn nîşanî pêşnûme qanûna AKP’ê ya ‘destavêtinê’ da.

Parlamentera Partiya Demokrat a Îtalyayê Marîane Tîdeî jî fikarên xwe yên ji ber rewşa Tirkiyeyê bilêv kir.


‘Hevserokên me tercîdkirî ne’

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy jî anî ziman, gelek heyet dixwazin Demîrtaş û parlamenterên girtî ziyaret bikin, lê belê hikûmet destûra vê nade. Ozsoy diyar kir, hevserokên wan tecrîdkirî ne û bi vî rengî hewl tê dayîn, têkiliya wan bi gel re bê birîn.

Heyet wê îro bi nûnerên CHP, komeleyên hatine girtin û saziyên çapemeniyê yên zext li wan tê kirin re hevdîtinê bike.

ANF/EDÎRNE