Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin. Kongre bi slogana ‘Yekitiya jinên azad mîsogeriya Sûriya demokratîk e’ li navçeya Amûdê li Hola Beylesan pêk hat.
Ji hemû pêkhateyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Kildan, Çaçan, Çerkez, şandeya Başûrê Kurdistanê ku ji 13 kesan pêk dihat, şandeya akademîsyenan, malbatên şehîdan, partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Jinên Sûriyê, Kongreya Star, kesayetên serbixwe, jinên rewşenbîr û rexistinên jin tev li kongreyê bûn.
Parastina kongrê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn yên jin û Hawarî ve hate girtin. Her wiha pankartên ‘Dengê jinên azad mîsogeriya jinên azad e’, wêneyên şehîdên jin ên Hêzên Ewlehiya Hindûrîn, YPJ, enternasyonalîst, têkoşêrên jin hatin daleqandin.
Jinên aloziyan çareser bikin
Di kongreyê de endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif axivî û lidarxistina kongreyê li tevahî jinan pîroz kir.
Foza Yûsif îşaret bi rola jinan di şoreşa Sûriyê de kir û got:”Jinan zanîbû ku ew ê gelek serkeftinan bi dest bixin. Di şoreşa Sûriyê de ku bû şoreşa jinan, ev yek îsbat kir û ji hemû jinên cîhanê re bû mînak.”
Foza Yusif behsa armanca avakirina Meclisa Jinên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir û wiha got: ”Rojane zilm, êşkence û zoreke mezin li jinan dibe. Heta niha jin di bin nav û tawanên derew de tên qetilkirin. Avakirina meclisê li gorî çarçoveya berdewama têkoşîna jinan dest pê kiriye. Meclisa Jinan wê nûnertiya rêveberiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, dozên jinan di nava aloziya Sûriyê de çareser bike û nûnertiya îradeya wê bike da ku jin bikarin rola xwe bi awayekî zêdetir di nava jiyana civakî, siyasî û aborî de bilîzin.
Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif di dawiyê de got, ji bo bidestxistina azadiya jinan divê têkoşînê xurt bikin û li ser rêya Arîn, Barîn û Avestayan bimeşin.
Hêzên YPJ’ê DAIŞ têk bir
Yek ji fermandarên YPJ`ê Zeynep Efrîn jî axivî û got: ”kongre ji bo paşeroja Sûriyê mafên hemû gelan diparêze. Hêzên YPJ’ê di têkbirina DAIŞ’ê de roleke gelekî girîng lîst. Serkeftina YPJ’ê bandor li rola jinan û yekitiyê jî kir. Lidarxistina vê kongreyê serbilindiyek e. Yekitiya me wê Sûriyeke demokratîk ava bike. Wê ev yekitî bandorê li hemû Rojhilata Navîn bike. Em wek hêzên YPJ vê kongreyê li hemû şehîdên şoreşê pîroz dikin.”
Wê şoreş bi serbikeve
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid jî got: “Ji bo em hemû deskeftiyên xwe biparezin û mayînde bikin, em kom bûne. Hemû jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest dan hev û yekitiyek ava kirin. Ev yekitî li hemû qadan ava dibe. Wê serkeftin ya xeta azadiya jinan be. Yekitiya jinan dihêlê ku şoreş bi serbikeve.”
Hûn ji bo me mînak in
Ji heyeta ku ji Başûrê Kurdistanê hatî; endama Encûmena Tevgera Azadî Şeyma Ednan jî got; ”Şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê yekitiya jinan ava kir. Cara yekê ye li Rojhilata Navîn kongreyeke yekitiyê tê lidarxistin. Em wek jinên li Başûrê Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê ji xwe re mînak digirin û em jî heya dawiyê li ser rêya azadiyê ya ku we vekiriye, em ê bimeşin.’’
QAMIŞLO