Hevdîtinên Kurdên Rojava li Hewlerê dewam dikin. Hewl tê dayin ku Desteya Bilid a Kurd careke din geş bibe û karibe tevahiya kurdên Rojavayê Kurdistanê temsîl bike. Ev hevdîtin di encama peymana PKK û PDK de tên lidarxistin. Divê Kurdên Rojava xîtaba xwe bikin yek û wek nûneratiyek yekgirtî herin Kongreya Geneva 2 mîn ya ku tê payin di 22.01.2014 an de ji bo peydakirina çareseriyek siyasî ji kirîza Sûriyeyê, bête lidarxistin.

Di van 3 salên dawî de gelek pêşveçûn li Rojava û Sûriyeyê çêbûn. Kurdan heta ku dikarîbûn xwe dûrî şerê navxeyî yê di navbera rejîm û muxalefetê de bikin. Hêza xwe ava kirin û heremên xwe parastin. Gelek destkeftî hatin meydanê. Hêza eskerî ya Kurdên Rojava YPG ava bû. Bi sedan sazî û dezgeh hatin damezarandin. Dewleta tirk û hêzên nijadperest yên dijkurd ev yek qebûl nekirin. Dest bi êrîşan kirin. Xwestin vîna berxwedan û xweseriyê ya kurdan têk bibin. Lê bi saya serê YPG ev siyaseta şoven binket. Gelek berxwedan û qurbanî hatin dayin. Bi sedan keç û ciwanên kurdan jiyana xwe fedayî axa pîroz a Kurdistanê kirin. Ev berxwedan di encama siyaset û xwendina rast a Tevgera Azadiya Kurdistanê de bi serî bû. Eger ne ev jîrbûn û behlewaniya vê tevgerê bûya, dê Kurdên Rojava bihatana lîstoka hêzên nijadperest û bûbûna beşek ji vî şerê navxuyî yê qirêj li Sûriyeye.
Karê Desteya Bilind a Kurd rastî gelek astengiyan hat. Ev desteya ji 2 meclisên sereke yên Kurdên Rojava pêk dihat: Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Meclisa Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê. Ji bo ev deste bi ser nekeve, dewleta tirk û hêzên muxalefeta nijadperest ya Sûriyeyê gelek dek û bolab dan destpêkirin. Xwestin kurdan ji hev bixin. Bi birina Meclisa Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê nava Koalisyona Stenbolê, serkeftinek mezin bi dest xistin. Desteya Bilind a Kurd ji hev belav kirin. Niha li jêr çavdêriya PKK û PDK hewl tê dayin ku ev forma yekîtiya kurdên Rojava carek din bête jiyandin û geşkirin.
Hevdîtin û danûstendin heta vê kêlîkê jî dewam dikin. Di vê navberê de hin berpirsyarên Koalisyona Stenbolê ya ku berevaniya êrîşên komên çete li dijî kurdan dikir, berê xwe dan Hewlerê bi armanca têkbirina karê hevbeş û yekîtiyek mayinde ya hêzên gelê kurd. Ahmed Al-jarba û xulamê wî Abdulbasit Seyda gihaştin Hewlerê û di tûrikê wan de gelek dek û dolab û fêlbazî hene. Tê gotin ku ewê hin bazarên nû bidin ber Meclisa Niştimanî ya Kurd, da ku bi Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê re lihev neke. Li gorî hin agahiyan, ewê di nava Kolasyona Stenbolê de şandeyek taybet bi navê kurdan ji endamên vê meclisê bidin pêş. Her weha ewê 2 serokên partiyên Rojava bikin wek „kesên sereke û xwedî rol“ di prosesa diyaloga çareseriyê bi rejîma Esed re.
Belê, dewleta tirk û peyayên wê di nava muxalefeta nijadperest ya Sûriyeye de bi her şêweyî hewl didin kurdan bê nûnerayetî û bandor bihêlin û hin kesên bê bandor û qîmet li ser navê wan bidin pêş. Wek here cara ku di dîroka kurdan de çêbûye, vê carê jî heman tiştî dubare bikin.
Di warê stratîjî de Kurdên Rojavayê Kurdistanê xurt in. YPG hêzek eskerî ya bingehîn li tevahiya Sûriyeye. Wê cihê xwe girtî ye. Dikarîbû komên çete ji Serêkaniyê, Til Koçer û Til Temirê biqewirîne. Dezgehên Meclisa Gel a Rojava û PYD dikarîbûn forma Xweseriya Demokratîk li hemû kesî ferz bikin. Jixwe Petrola Rimêlan jî di destê kurdan de ye. Partiyên din yên endamê Meclisa Niştimanî ya Kurd li Sûriyeye ku bi xwe endama Koalisyona Stenbolê ye, dûrî meydana berxwedanê ne. Hemû serkêşiyên wan di Hotêlên Hewler û Stenbolê bi cih bûne. Di nava gel de bandora wan nîne. Lê tevî vê yekê jî Meclisa Gel û PYD wan vexwendî rêveberiya Rojav dikin û ji wan dixwazin ku dûrî muxalefeta nijadperest û dewleta tirk bikevin.
Li ser rûyê erdê kurdên azad desthilatdar in. Bi sedan şehîd dane. Dê qet qebûlnekirin ku tu iradeyek din li ser wan bête ferzkirin. Muxalefeta nijadperest niha qaşo „hikûmetek” avakiriye, lê yek gundê „rizgarkirî“ nîne ku vê hikûmetê li ser bide xebitandin. Berovajî vê yekê kurd hakimên heremek mezin ku 2 cara li Lobnanê ye, ne. Divê baş bête zanîn ku bê destûra Meclisa Gel û YPG tu kes nikare derbasî xaka Rojavayê Kurdistanê bibe. Heta ku muxalefeta nijadperest maf û nasnameya gelê kurd nas neke û têkilya xwe bi çeteyan re nebire, dê destûr ji bo wê neyê dayin ku derbasî xaka Rojava bibe. Ew sozên ku hinek kurdên bêhêz û bêhebûn ji bo vê muxalefetê dane, nikarin cihê xwe bigrin û dê bê qîmet bimînin. Li Rojava gotin ya berxwedan û tekoşînê ye. Gotin ya Meclisa Gel û YPGê ye.
Eger PDK vê carê cidî be, dikare bandorê li ser serkêşiyên li Hotêlan bike û wan dûrî Koalsyona Stenbolê bike û carek din Desteya Bilind a Kurd bi wan bide xebitandin. Lê divê bête zanîn ku forma rêvebirya li başûrê Kurdistanê û dabeşkirina desthilatdariyê di navbera 2 hêzan de, dê li Rojava pêkneyê. Bi gotinek din siyaseta “fifty-fifty” nayê qebûlkirin. Li Rojavayê Kurdistanê desthilatdarî ya gel e ne ya tu kesî an malbatê ye.
Em bi hêvî ne ku yekîtiya kurdan pêkwere û kurdên Rojava wek yek hezê xwe li himberî akturên şerê navxuyî li Sûriyeye bidin isbatkirin. Eger na, dê Meclisa Gel û PYD bi sasya YPG forma Xweseriya Demokratîk bibin serî. Dê li gel bidehan hêz û partiyên kurdan, ereban, suriyanî û asûriyan, karibin bi hêsanî 51% bi dest bixin. Jixwe demoratî destûrê dide vê yekê û hêza ku zêdeyî 51% bi dest dixe, dide pêş û qebûl dike ku ew hikûmetê ava bike û heremê bi rêv bibe. Wê demê bila Meclisa Niştimanî  bibe muxalefet. Lê ji bo wezîfeya xwe ya çavdêrî û reqabetê baş bi cih bîne, divê vegere Rojava û jiyana li Hotêlan terk bike!