Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Cigirê Hevserokên BDP'ê Nazmî Gur û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk di 22'yê Nîsanê de derbasî Washîngtonê bûn. Heyeta BDP û KCD'ê li balefirgehê ji aliyê Kurdên ku li Amerîkayê dijîn ve bi çepik û gulan hatin pêşwazîkirin. Heyet ji vê derê derbasî otêla balefirgehê bûn û xîtabî Kurdên li Amerîkayê dijîn kir. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku gelê Kurd li kû derê be bila bibe gihîştiye zanebûna azadiya netewî û got; "Lewma li Rojhilata Navîn a tê guhertin gelê Kurd jî dê xwe bigihîne statûyeke azad. Gelê Kurd ew ê destûr nede ku tiştên sed sal beriya niha jiyane bijî. Ew ê ji daxwazên xwe yên maf û azadiya tawîz nede. Herî kêm qasî gelên ku pê re dijî dê xwedî statû be."

Turk: Tu kes nikare gelê Kurd biçewisîne
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk jî anî ziman ku ew ê kes nekaribe gelê Kurd biçewisîne û destnîşan kir ku têkoşîan gelê Kurd dê azadî û demokrasiya rasteqîn bi xwe re bîne. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî bal kişand li ser têkoşîna jinan û got; "Jinan bi rêxistinbûna xwe azadî heq kirine. Lewma ev vîna li hemberî desthilatdariya zilam têdikoşe ew ê neşkê."

Girîngiya Konferansa Netewî hat ziman
Heyetê piştre nûneriya Herêma Federal a Kurdistanê ziyaret kir. Di hevdîtinên bi nûneriyê de piştî rejîma Baasê rewşa Iraqê statûya Kurdên li herêma Federal a Kurdistanê û girîngiha Konferansa Netewa Kurd hat ziman.
Heyet ji vê derê derbasî sefîrê Tirkiye yê li Washîngtonê Namik Tan ziyaret kir. Di serdanê de polîtîkayên Amerîka û têkiliyên derve hatin nirxandin. Rêzehevdîtinên heyetê dewam dikin.

WASHÎNGTON