Duh hevseroka PYD’ê Asya Abdulah û nûnerê PYDê yê Swêdê Şiyar Elî ligel parlamenterên Swêdî Desîree Pathrus, Amîne Kakebawe û Siv Holma re civiyan. Mijara sereke ya civînê rolê jinan di şoreşa rojavayê kurdistanê de bû. Asya Abdulah di hevdîtinan de balkêşa ser qehremaniya jinan û wiha got: “Rojhilata Navîn di nava sîstemek feodal da dijî, lê li rojavayê Kurdistanê jin di aliyê siyasî, leşkerî û civakî de gelek xwe pêşxistine. Jin di hemû beşên civakê de xwedî biryarin û rolekî berçav di rêxistinkirinaa civakê de hene.”
Hevseroka PYDê Asya Abdulah daxwaz ji Swêdê kir ku di avakirina Rojavada de arîkariyek aborî û menewî bide gelê Rojava û got: “Daxwaza me ewe ku rêxistinên Swêdî alîkariya jinên rojavayê Kurdsitanê bikin.”
Parlamentera Partiya Çep Amîna Kakabawe jî di hevdîtinan de wiha got: “Em bi berxwedaniya şoreşa rojavayê Kurdistanê moral û hêzê digirin. Çi alîkarî ji partiya me were, emê ji bo Rojava bikin. Em di hemû civînên xwe de rojavayê Kurdistanê dikin mijara xwe û guftugo dikin.”
Li Awûstûryayê hevdîtinên erênî
Serokê Desteya Karên Derve Îdrîs Nassan û Serokê Desteya Karên Tenduristiyê yên Kobanê Nassan Ahmad, li Parlamenta Awûstûryayê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hevdîtin kirin. Nassan û Ahmad, ji Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê Andreas Schîeder, ji Partiya Keskan Bêrîvan Aslan, ji Partiya Gel a Awûstûryayê Elîzabeth Pfurtscheller û Andreas Zakostelsky ziyaret kirin. Serokên Desteyan der barê rewşa heyî ya Kobanê de agahî dan parlamenteran bal kişandin ser girîngiya alîkariya ji derveyî welat bê.
Nassan û Ahmad dan xuyakirin ku Kurdan bi alîkariya koalîsyona navneteweyî çeteyên DAIŞ'ê têk birine û di pêvajoya ji nû ve avakirinê de banga piştevaniyê li hêzên demokratîk kirin. Parlamenterên ku eleqeyeke mezin nîşanî Serokên Desteyan dan, soza alîkariyê dan.
Heyeta Kobanê her wiha wê rojên Sêşem û Pêncşemê li bajarê Grazê û li paytext Viyanayê beşdarî civînên gel bibe.
STOCKHOLM/VIYANA