Hevîtinên şandeya Rojavayê Kurdistanê bi nunertiya hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdulah, Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Nesrîn Ebdulah û Dr Xalid Îsa bi Siyasetmedarê Feransî re didome.
Şandeya Rojava duh saet di 17.00’an de li avahiya Partiya Sosyalîst a Ferasayê de hevdîtinên xwe dest pê kir. Şande ji aliyê endamê Buroya Têkliyên Derve Pires Kanutî ve hate pêşwazîkirin. Paşê şande nêzî saet û nîvekê bi Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst Jean Christof Kambadelis û Cîgira wî Rîta malûf re civiya. Di civînê de Christof bal kişand ser rola berxwedana Rojava û bi taybetî Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê.
Christof di axaftina xwe de derbarê rola jinan di berxwedana Rojava de wiha got: “Em bi balkdarî berxwedana kobanê ku bû mînak ji tevayî cîhanê re dişopînin. em hêvî dikim ku demek kurt tevayî Kobanê rizgar bibe. Ji bo hevkariyê jî çi ji me bête xwestin em ê pêk bînin.” Christof her wiha di civînê de ji Fermandara YPJ’ê Nesrîn Ebdullah xwest ku wan bi geşedanên dawî wan agahdar bike. Christof derbarê sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li Rojava tê meşandin de jî got ku ew bi baldarî dişopînin.
Her wiha di civînê de Cîgira Serokê SP Rîta Malûf axivî û kêfxweşiya xwe bi serdana şandeyê anî ziman û got: “Ez bi heyrana şervanên YPJ’ê bim.” Piştî wê Şandeya Rojava berê xwe da avahiya Senetoya Ferana û li vir ji aliyê partiya Partiya Muhafezekar ango Partiya Yekîtiya Tevgera Gel a Firansî (UMP) ve hate pêşwazîkirin.
Şande li Brunoya UMP ji aliyê Rêveberê Girûpê yê di Senetoya Fransî de Retailleau ve hate pêşwazîkirin. Şandeyê li vir jî bi rayedarên UMP’ê re civiya. Di vê civînê de jî ku nêzî saetekê dom kir, rayedarên UMP diyar kirin ku ew berxwedana Rojavayê Kurdistanê û bi taybet Kobanê ji nêz ve dişopînin û wiha gotin: “Şervanên Jin ên Kurd li eniyên şer berxwedaneke bêhempa dimeşînin. Em dibînin çawa li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Dîsa em fam nakin tevî ku Tirkiyê endama Koalsyona Navneteweyî ye, lê li ser xaka wê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Rojava dikin.”
Di civînê de Hevseroka PYD Asya Ebdullah jî axivî û bal kişand li ser modêla Rêveberiya Xwser û got ku ev sîstema li Rojava tê meşandin ji bo hemû pêkhateyên herêmê ya herî guncaw e.
Asya Ebdullah di axaftina xwe de diyar kir ku ew wekî gelê Rojavayê Kurdistanê û hêzên YPG’ê û YPJ’ê ji ber tevahî mirovahiyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin. Lewma ji bo ev berxwedan bête domandin hevkariya bi hemû gelên azadîxwaz re pêwîst e. Asya Ebdullah spasiya gelê Feransa di hevkariya li dijî “terorê” de kir. Di civînê de Rêveberê Girûpa UMP Reteilliau diyar kir ku hilweşandina ku li Kobanê pêk hatiye wan şopandiye û ji bo jinûve avakirinê ew ê bi baldarî li ser rawestin û got: “Hevkariya me bi Rojava re netenê ji bo gelên Rojava ye. lê belê ji ber ku metirsiya van çeteyan li ser gelê Feransa jî heye.”
Di civînê de her wiha Nesrîn Ebdullah derbarê rewşa dawî ya şer li Kobanê de agahî dan. Nesrîn Ebdullah fermandara YPJ’ê diyar kir ku wan dîtine ku di nava çeteyan de hin kesên Feransa hebû û li ser bêtêlan bi feransî bi hevûdu re diaxivîn. Nesrîn her wiha got ku wan pasport û nasnameyên feransî jî li ser çeteyan dîtine.
ANHA/PARÎS