Kurtefilma Hevêrk a trajediya Zelal a 7 salî vedibêje, di 69. Festîvala Filmên Cannesê ya Navneteweyî de di beşa kurtefilman de xelat wergirt. Film, li Cannesê layiqî “Diversity in Cannes 2016 Di Beşa Filmê Herî Baş de Xelata Temaşekeran” hate dîtin. Di filmê de bi giştî 39 zarokên Kurd hene. Wek mekan jî Heskîf hate hilbijartin. Di ekîba 8 kesî ya Hevêrkê de 5 jin hene. Di derhênertiya dîmenê filmê 14 deqîqeyan de Denîz Eyuboglû heye.

 

Poşmaniya bavê wê...

Rûken Tekeş diyar kir ku ji hîkayeyeke bavê xwe ketiye vê rêyê û filmê Hevêrk çêkiriye, û weha dewam kir: “Bavê min ji şoreşgerên nifşa 68’an e. Beriya wefatê, min pirsî bê di vê jiyanê de poşmaniyên wî çi ne. Wî jî dema 7 salî bû bûyereke hatî serê wî, got. Û diyar kir ku ji vê pirr ne rehet e û ji bîr nake. Vê jî bandor li min kir, min dest bi nivîsê kir û min fîlm çêkir.”

Tekeş bi lêv kir ku filma wê ya destpêkê ye û di Cannesê de hatiye nîşandan, ev ji bo wê gelekî girîng e, weha pê de çû: “Ev hêsteke pirr xweş e. 2 sedemên esasî yê çêkirina vê filmê, ji bo bê ka cihêtiya li Tirkiyeyê çawa bandorê li cîhana zarokan dike û balkişandina ser ezmûnên Kurdên Êzîdî yên li Tirkiye û herêmê ye. Ji ber ku rewşa Êzîdiyan tê zanîn, lê nayê dîtin. Bi awayekî di dîrokê de hatiye hiştin. Min xwest vê cihêtiyê ragihînim.”

Tekeş sedema xwe ya hilbijartina Heskîfê jî wiha anî ziman: “Qedera Heskîf û Êzîdiyan pirr nêzî hev e. Her du jî tine dibin! Êzîdî di roja me de her diçe kêm dibin û tine dibin. Heskîf jî di bin avê de tê hiştin. Ji ber wê jî min ev hilbijart.” 


 CANNES