Ayşe Goktepe: Tevî ku gelek welatiyên Ewrûpayê di greva birçîbûnê de ne, li Ewrûpayê hîna bêdengî heye. Bêdengiya heval û dostên me hîna bêtir me diêşîne. Bêdeng nebin, bêdengî rê li ber mirinê vedike.

MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM

Li paytexta Swêdê Stockholmê, grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hilbijartinên cihî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin nirxandin.

Bi vê armancê "Platforma Piştgiriyê ya bi Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê re" semînerek hate amadekirin û li Navenda Perwerdeyê ya Karkeran (ABF) pêk hat.

Ji Însiyatîfa Soderhamnê Benny Gustafsson moderatoriya panelê kir û Parlamenterê Ewrûpayê yê Partiya Kesk a Hawirdorê Bodil Valero, Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Kadîr Kasirga, Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso û bi navê çalakgerên greva birçîbûnê Ayşe Goktepe bûn qiseker.

Kasirga ku bi navê partiya xwe hilbijartinên cihî yên 31'ê Adarê şopandin, û qala zextên li gundên navçeya Çinarê ya Amedê li HDP'ê û hilbijêran hatî kirin û hîleyên hilbijartinê yên AKP'ê kir.

Kasirga got, esker û polîs bi çekan li dora navendên dengdanê sekinîn û dewlemendên gundan û keyayan zext li hilbijêran kir da ku deng bidin AKP'ê.

Kasirga anî ziman ku li gel zext û zordariyê jî partiyên neteweperest û Îslamî piştî 17 salan yekemcar di hilbijartinê de qels bûne.

Cihê hêviyê ye

Parlamenter Valero jî bi bîr xist, rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê salên dawî ji her alî ve nebaş bûye û destnîşan kir, encamên hilbijartinên cihî yên li Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê cihê hêviyê ye. Valero got, "Gel li Tirkiyeyê gava destpêkê avêt û em dibînin ku deng daye demokratên ne dijberê demokrasiyê. Hevkariya di hilbijartinê de nebûya, wê despotiya Erdogan nehatibûya lawazkirin."

Valero her wiha bi bîr xist ku ew çûye serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê jî û got, "Pirsgirêkeke mezin e ku Yekîtiya Ewrûpayê (YE) helwêstê nîşan nade. Gelek qanûn û pîvanên YE´yê hene. Nabe ku mehkûm bêyî biryara dadgehê girtî bimînin, nabe ku hevdîtina mehkûman a bi malbatê û parêzeran re bê astengkirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî li dijî mehkûman nabe. Li gorî qanûnên navneteweyî nêzîkatiyeke bi vî rengî li dijî esîrên şer jî nabe."

Tecrîd rabe rê li demokrasiyê vedibe

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî got, jinûve bidestxistina şaredariyên bi qeyûman dagirkirî, îradeya gel nîşan dide. Kartal diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê li bajarên Stenbol, Enqere û bajarên din ên Tirkiyeyê têk çûye û ev yek jî rewatiya wan ji holê radike. Kartal got, "Di dema hilbijartinê de Erdogan êrişî HDP'ê kir. Wî hewl da ku CHP û partiyên din ên muxalefetê bi HDP'ê re hevkariyê nekin."

Kartal got, stratejiya HDP'ê rê li ber serketineke mezin vekir.

Kartal bi bîr xist ku Leyla Guven û bi hezaran girtiyên li girtîgehan ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne û got, "Gelekî girîng e ku mirov li Ewrûpayê bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê û daxwazên wan bidin bihîstin. Bi vî rengî, Konseya Ewrûpa û YE ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Abdullah Ocalan wê zextê li Tirkiyeyê bikin." Kartal da zanîn, qebûlkirina daxwaza ji bo bidawîbûna tecrîdê wê rê li ber demokrasî û aştiyê veke.

AKP ji xwe re dijminan çêdike

Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso jî  got, Erdogan li Tirkiyeyê HDP û Kurdan dike hedef, di polîtîkaya derve de jî dijminên sexte ji xwe re diafirîne û PYD, YPG/YPJ'ê dike hedef.

Hiso anî ziman ku AKP'ê gelekî hewl daye ku bi hilbijêrên xwe bide qebûlkirin ku Kurd li Rojava 'terorîst' in û bi mînakên berbiçav qala komkujî û binpêkirina mafên mirovan ên li Efrînê kir.

Hiso da xuyakirin ku ew piştgiriyê didin Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê ku dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.

Bêdengiya dostan me diêşîne

Ayşe Goktepe bi navê çalakgerên greva birçîbûnê yên li Stockholmê axivî, bal kişand ser bêdengiya dinyayê li pêşberî greva birçîbûnê û got, "Tevî ku gelek welatiyên Ewrûpayê di greva birçîbûnê de ne, li Ewrûpayê hîna bêdengî heye û yên bêdeng in divê zanibin ku bêdengî rê li ber mirinê vedike.

Trajediya mezin ne zalimtiya zaliman e, trajediya mezin bêdengiya mirovên baş e (gotina Martin Luther King). Bêdengiya heval û dostên me hîna bêtir me diêşîne. Bêdeng nebin, bêdengî rê li ber mirinê vedike."