Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: “Sîstema xweseriya demokratîk a ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate afirandin ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye qada azadî û demokrasiyê, bûye nefesa aştî û biratiyê.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em ê her tim xwedî li vê şoreşê derkevin ku bi paradîgmaya Rêber Apo ya civaka ekolojîk demokratîk û azadîparêziya jinê hatiye afirandin û em ê timî pê re bin. Divê gelê me yê li hemû parçeyan xwedî li vê şoreşê derkeve û êş û berdêlên xwe yên giran ên sed salan veguherîne coşa jiyana demokratîk û azad.”
Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hate gotin, “Şoreşa Rojava dikeve sala xwe ya 8’an ku ji bo gelên Rojhilata Navîn hemûyan pêvajoya demokratîkbûnê dest pê kir. Em gelê Rojavayê Kurdistanê yê ku ev şoreş pêk aniye pîroz dikin û şehîdên ku di parastin û pêşvebirina şoreşê de bi rola esasî tevgeriyan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û ji xaziyên şoreşê re jî ji bo têkoşîna wan a ji niha û pê ve serketinê dixwazin.
Şoreş bêhtir zêhnî ye
Gelê Kurd bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an a Rojava re nîşan da ku gelekî demokratîk şoreşger ê pêşengê Rojhilata Navîn e. Tevî gelên Ereb û Suryan şoreş veguherand şoreşa gelên Sûriyeyê û bi vî rengî ji bo şoreş veguhere şoreşa Sûriye û Rojhilata Navîn hêvî ji gelan re afirand. Li Rojhilata Navîn ku gel û baweriyên cuda kirine dijminê hev bûye şoreşeke zîhniyetê ya ku biratiya gelan û baweriyan a li Rojhilata Navîn pêk aniye. Bi vî rengî eşkere bû ku Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê şoreşger ê gelên Rojhilata Navîn e.
Sîstema xweseriya demokratîk a ku bi rêxistinbûna civaka demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkete holê veguherî modeleke demokratîkbûnê ya Rojhilata Navîn. Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Durzî, Çeçen û Tirkmen weke neteweya demokratîk DAÎŞ û El Nûsra têk birin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li pişta wan koman e. DAÎŞ bi hêza civaka demokratîk û neteweya demokratîk hate têkbirin. Vê yekê nîşan da ku gel çawa dikarin li Rojhilata Navîn bi sîstemeke siyasî û civakî bi ser bikeve. Gelan bi vî rengî dîtin ku çawa dikarin ji nava êşên li Rojhilata Navîn rizgar bibin.
Şoreş têk naçe
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkbirina DAÎŞ‘ê re ne tenê hêzeke despot a li Rojhilata Navîn têk birin, di heman demê de rêxistineke taşeron jî têk birin ku dijminatiyê li mirovahiyê dike. Gelên Bakurê Sûriyeyê di nava 7 salan de ji ber êrîşên hêzên dijminê azadî û demokrasiyê zêdeyî 10 hezar şehîd dan û zêdeyî 20 hezar jî şervanên wan xazî bû. Di serî de sosyalîst bi sedan enternasyonalîst ji çar aliyên dinyayê hatin û gelek ji van şoreşgerên demokratîk şehîd bûn ku ev yek jî karaktera vê şoreşê nîşan dide. Şoreşa demokratîk a gelên Bakurê Sûriyeyê di heman demê de bûye şoreşa demokratîk a gelên dinyayê. Ev rastî jî nîşan dide ku şoreş têk naçe.
Şoreş a gelan hemûyan e
Sîstema xweseriya demokratîk a ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate afirandin ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye qada azadî û demokrasiyê, bûye nefesa aştî û biratiyê. Divê Ereb, Tirk, Fars, Azerî, Ermen, Suryan û gel hemû xwedî li vê qada azadiyê derkevin. Êrîşa li dijî vê qada azadî û demokrasiyê êrîşa li dijî hesreta azadî û demokrasiyê ya gelan hemûyan e.”
ANF/BEHDÎNAN
Heft sal di nava şoreşê de
Heft sal di ser şoreşa 19’ê Tîrmehê re derbas bûn. Di nava van heft salan de gelek guhertin çêbûn, ne tenê ji aliyê leşkerî, berxwedanê û rêveberiyê ve çêbûn, her wiha di milê kesayetiyê de jî gelek guhertin çêbûn. Zarok, jin, ciwan, kal, pîr di nava tevahiya civakê de guhertineke mezin pêk hat.
Civak berî heft salan jî hebû, lê mirov dikare wiha nav lê bike “Av hebû bes rijiyayî bû, şoreşê ew av xiste şûşê ta ku were bikaranîn”. Ew jî di rêka avakirina saziyan de ku her kes dikare cihê xwe tê de bigire û tê de biafrîne.
Dawî li civaka pûç hat
Kobanê bajarek bû ku di nexşeyê de dibe ku navê xwe jî nebû. Jixwe rejîma Baas nedihişt sazî jî hebin. Ne jî rol dida kesekî ku xwe îfade bike. Her jiyaneke pûç hebû, tenê difikirîn wê çawa debara xwe bikin, çawa bixwin û vexwin. Enerjiya kesan dernediket holê, heta mirov dikare bibêje ku rejîma Baas civak anîbû astekê ku tenê mirov li debara xwe bifikirin.
Fîdan Dirêhî, ku niha di rêveberiya weqfa jin a bajarê Kobanê de ye, ji me re qala wan rojan kir ku çawa ji dibistanê derket û hemû hêviyên xwe qut bibûn, di mal de di nava çar dîwaran de dima. Dirêhî got “Ji ber ku min bi zimanê Erebî nizanîbû û mamosteyên dibistanê hemû Ereb bûn, ji wan ditirsiyam û qet ez fêr nebûm, êdî ez ji ber xwendinê derketim.”
Ne Fîdanek gelek fîdan
Ne bes Fîdan, bi hezaran zarok ji ber xwendinê derdiketin, ji ber ku bi zimanê Erebî nizanin û metriyalên ku rêjîma Ba’as didan zarokan ser mebesta ku zarok bibin Ereb dihatin dayîn.
Piştî 19’ê Tîrmehê Fîdan berê xwe dide saziya zimanê Kurdî û li wir tevlî waneyan dibe. Fîdan Dirêhî ji bo zimanê Kurdî û fêrbûna wê wiha ji me re got “Dema min tîp standin pir hêsan bû û ez yekemîn bûm di refê de. Her min ji xwe re digot çima berê ez fêr nedibûm û niha jî pir bi hêsanî pê de diçim.”
Derfetên pêşketinê
Tevî ku di nava van heft salan de şer ranewestiyaye, lê bi sedan sazî hatine vekirin ta ku her kes li gorî xwesteka xwe xwe di saziyekê de bi cih bike.
Fîdan niha rêveberiya saziyeke jin dike. Jinên weke xwe derfetên kar û fêrkirina dirûnê û hînkirina komputerê di saziyê de dide 100 jinî heta ew jî bibin xwedî aboriyeke taybet.
Li bakur û rojhilatê Sûrî şoreş di hundirê her kesekî de ku li ser vê axê dijî vêketiye. Lê ya ji van hemûyan girîngtir vîn e. Ew cara yekemîn e ku kesayeta vê herêmê bûye xwedî vîn û êdî rewşa xwe û derdora xwe dikare tehlîl bike û çareyê kêm zêde derxîne holê.
HEYSEM MISLIM/ANF/KOBANÊ