Di jiyana mirovan, civakan û polîtikayê de her guhertin, her destpêk, her rê û azînên nû di naveroka xwe de hêvî, tirs û gumanê wer digire. Ev tiştekî xwezayî û mirovî ye. Ji van têgînan kîjan di rewşên wiha de derdikeve pêş jî, li gora rewşa guhertinan, hişmendî û zanista mirovan diguhere. Lema di vê rewşa niha derketiye pêş me de jî, xwe li giyan û hişmendiya me pêçana van diyardeyan xwezayî ye.
Wek mînak dema mirov di divêtiya ji axa xwe qetandinê de dimîne, wek pêneberekî/ê diçe welatekî, ev hersê têgin; mirov bixwaze nexwaze jî derdikeve pêş mirovan.
Ji tekoşîna çekdarî berê xwe dayîna rêya aşitiyê jî, pêvajo û guhertineke pir mezin e. Di xwezaya guhertinên wiha mezin ên civakî de ev hersê têgîn xwe li giyanan dialîne. Ji bo rastiyê divê mirov li pêkhatin û rawestana bereya gel û tevgera xwe binêre.
Hêvî
Ji ber azmûnên tekoşîna çil salan, insiyetîfa di testê rêberî û Tevgera Azadî de, guhertin, ser û binbûnên li Rojhilata Navîn, bi wê ve girêdayî zêdebûna derfetên berzkirina tekoşîna azadîyê, di divêtiya çareserkirina pirsgirêka Kurd de mayîna dewleta Tirk (tu rêyeke din li pêş wan nemaye.) hêvî pir mezin kiriye, wek berfîna biharê vedaye.
Lingên hêviyê ne li hewa û li ser hêşiya asoyên ne xuya, ew li ser bingehên azmûnên Tevgera Azadî rûniştiye. Gelê Kurd di warê zanista netewî de gihîştiye merhelyeke herî berz û kemilî. Rêberiya gelê Kurd bi giştî tedbîrên li dij dek û dolabên vê dagirkerê bêbext girtiye. Dîsa di nava aramiyê de derbazbûn û pîrozkirina Newrozê jî di rastiuyê de bingeheke diravi ya hêviyê nîşan dide. Wê di awa û formên cûda de jî be, dê parastina gel û destkeftiyan di qarantiya hêzên me yên ewlekarî de be! Hêviya herî mezin jî di vir de ye. Lema jî divê di dilan de tenê hêvî vede.
Tirs û guman
Ev bi giranî ji dîroka serkariyên Tirk tê, ji ber ku ji roja dewleta Ali-Osmanî hatiye avakirin ta vê roja me, her karên serkarên Tirk li ser zexelî, xinizî, bêbextî û sextekariyê meşyaye. Tim soz dane gelan, lê di firsenda yekemîn de ew gel fetisandine. Ango wan tu carî soza xwe pêkneanîne, wan ew soz wek bingeheke xapandinê û melûliya xwe veşartinê bikaranine, tim li keyseke bêbextiyê geryan e.
Wek mînak bi meşrûtiyeta yekem re soz dan rayedar û pêşengên ermeniyan, li dema lingên xwe dan erdê jî, ew di komkujiyan re derbaz kirin. Di dema demezirandina komara Tirk de soz dan Kurdan, lê Kurd jî di komkujeriyan re derbaz kirin.
Di vê dema dilzîz de jî; her çendî em di destpêka aşitiyêde ne, yan jî li ser şêmuga derê aşitiyê ne jî, ne operasyon, ne girtin, ne provokatsiyon, ne zimanê wan ên şovenîst û nijatperest rawestiyaye. Bi her awayî dixebitin ku Kurdan piçûk bixin. Di mijara Rojava de jî helwestên xwe neguherîne, her êrişkar in.
Ev jî dibin bingehê tirs û gûmanan. Hê li vê êrişên derdorên provokatîv, kirinên tevgera dewleta kûr otiken (Ergenekona kesk) jî gumana mirovan zêdetir dike.
Derdorên dixwezin pêla tirs û gumanê zêde bikin jî gelek in. Piraniya wan derdoran jî di her rewşê de li dij Tevgera Azadî heman helwestî nîşan dane. Dema Tevgera Azadî ji bo vekirina rêya aşitiyê, biryara agirbestan dida, van derûdoran êriş dikirin û digotin; “çima şer nakin!” Di dema şer de jî digotin; „Dema tekoşîna çekdarî derbazbûye!” Di vê demê de jî bi her awayî dixebitin ku bayê gumanê bireşînin ser gelê Kurd.
Tekoşîn ne tenê bi awayê çekdarî dimeşe, tekoşîna çekdarî tenê ji divêtiyê hat. Tekoşîna herî mezin ew e ku mirov bikane di nava aşitiyê de pirsgirêkan çareser bike.
Ku gelê Kurd yektiya xwe biparêze, bi yek dengî tevbigere, wê tenê asminên hêviyê li deşt û çiyan, li bajar û gundan, li ezman û li ser xaka welêt vede. Ev Newroz bû hêvî, hêvî bû Newroz! Wê ev Newroza hêvîyê bibe serkeftina serdema nû!
Hêvî, tirs û guman
Newroza hêviya çareseriyê, Newroza destpêka serdemeke nû; li gelê me yê bi hêviya azadî û wekheviyê kemilî û li benda asoyên nûjen e, pîroz be!