Hêviya çareseriyê
HDP, ji hêlekê ve wekî tifaqa hêzên demokrasî û azadiyê bi pêş ve diçe, li hêla din jî li hemberî ferasetên asîmleker, çewisîner û tekparêz di warê siyasî de yekîtiya Kurdan diparêze. Yekîtiya Netewî ya Kurd, li herêmê ji bo bihevrebûna demokratîk jî pêwîst û bivênevê ye.
Parlamentera Amedê ya HDP’yî Feleknas Ûca, ‘Deklarasyona Çareseriya Pirsgirêka Kurd’ a partiya xwe eşkere kir. di deklerasyonê de îşaret bi tecrîdkirina Ocalan û Rewşa Awarte hate kirin û hat gotin, “24’ê Hezîranê hêvî ye ji bo aştiya mayinde û bi rûmet.”
Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca “Deklarasyona Çareseriya Pirsgirêka Kurd” eşkere kir. Uca got, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi muxatebên wê re pêkan e û wiha peyivî: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di navbera salên 2013-2015’an di dema pêvajoya diyalogê de, wekî aktorekî nîşan da ku ew muxatebekî xurt e û dikare pirsgirêkê çareser bike. Di vê serdemê de pirraniya civaka Tirkiyeyê jî wekî muxateb birêz Ocalan qebûl kiribû. 24’ê Hezîranê ji bo aştiyeke mayînde û birûmet hêvî ye.”
HDP´ê derbarê mijarê de civîna çapemeniyê bi sernavê “Deklarasyona Çareseriya Demokratîk a Bûyera Kurd” li dar xist. Civîn li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina HDP’ê ya Amedê pêk hat. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û gelek kes beşdarî civînê bûn.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Parlamentera HDP’ê ya Amedê û namzeta HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca deklarasyon xwend.
Yekîtiya avakirina Kurdistana demokratîk
Beriya xwendina deklarasyonê Buldan got, “Çarenûsa Efrîn û Kerkûkê bi hev ve girêdayî ye. Ji Kerkûkê heta Efrînê ji Şirnexê heta Mahabadê çarenûsa gelê Kurd yek e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, banga me li hemû aliyên Kurd e ku werin di HDP´ê de bibin yek. Roj roja yekîtî û hevgirtina neteweyî ya gelê Kurd e. Roj roja yekîtiya avakirina Kurdistana demokratîk e.”
Parlamenter Feleknas Uca deklarasyon bi Kurdî xwend û got, pirsgirêk pirsgirêkeke sedsalî ya girift e û esasê wê siyaseta dewleta a netewperest, înkarker û tinehesibandinê ye. Feleknas Ucayê îşaret bi tecrûbe û ezmûna HDP´ê ya di mijara pirsgirêka Kurd de jî kir û wiha peyivî: “Ev yek hem di warê berpirsiyariya dîrokî de barekî giran dide ser milê me, hem jî nîşan dide ku ji bo çareserkirina siberoja gelên Tirkiyeyê bi awayekî lezgîn çareserî divê û ev çareserkirin rastiyeke wisa ye ku divê neyê taloqkirin.”
Uca wekî din tifaqa AKP û MHP weke tifaqa dijberiya Kurdan û demokrasiyê bi nav kir, got, tifaqa bi serkêşiya CHP û IYI Partiyê jî xwe li pirsgirêkê kerr û kor dike, û wiha dewam kir: “Lê belê partiya me, ji bo çareserkirina pirsgirêkê tifaqa hêzên civakî ya ehlê gelan, demokrasî û aştiyê esas girtiye.
Niha kodên genetîk ên pergala antî-demokratîk xwe li ser înkarkirina Kurdan xurt dikin. Îqtîdarên ku bi vî awayî dixwazin pergalê bi rê ve bibin, tekane rêya ku bi kar tînin, kûrkirina pirsgirêka Kurd e.
Eşkere ye ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, di serî de pirsgirêka demokrasiyê û bi giştî jî ti pirsgirêka din a sereke ya Tirkiyeyê wê çareser nebe.Tiştên ku çend salên dawî em bi wan re rû bi rû dibin jî, vê yekê piştrast dikin.”
Pirsgirêk a statuyê ye
Uca bi bîr xist ku di çarçoveya mafekî siyasî û rewa de, awayê jiyan û xwebirêvebirina civakekê girêdayî tercîhên wê ne. Di vî warî de HDP, di serî de Kurd û bi giştî maf û daxwazên hemû civakên din qebûl dike. Çareserkirina daxwazên di warê çand, ziman û nasnameyê de, di çaroveyeke qanûna bingehîn de diparêze û ji bo ferasetên tekparêz ku nasnameyên cuda red dikin, ji holê rabike têdikoşe.
Ji dîrokê û heta roja îro pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke statuyî ye. Daxwaza Kurdan a ji bo statuyê, ne parçekirin e; ji bo aştiya civakî û jiyana hevpar hewce ye û bivênevê ye. Ya ku tê daxwazkirin ew e ku, di bunyeya dewleta unîter de Kurd mekanîzmayên xwe yên biryarê ava bikin. Daxwaza ji bo rêveberiya xwecihî û adem-î merkeziyetiyê, daxwazên sereke ne ku wê pirsgirêkê çareser bikin. Ev model li gelek deverên cihanê tê sepandin û modeleke demokratîk e ku rê li ber navendîbûn û tekbûyînê digire. Şerta Xweseriyê ya Rêveberiya Xwecihî ya Ewrûpayê jî ji bo pêdiviyeke wisa derketiye holê. Partiya me tehlûkeyên vê şerta ku Tirkiye di sala 1992’yan de îmze kiriye jî ji holê rakirine û pêkanîna vê yekê diparêze. Ev rewş bi awayekî zelal û eşkere di bernameya HDP’ê cih digire.
Ji bo pêkanîna vê yekê jî, ewil divê qanûna bingehîn a înkarparêz biguhere.”
Komîsyonên heqîqetê
HDP´ê bi deklarasyona xwe îşaret bi girîngiya destûra bingehîn a demokratîk jî kir û got, “Bi misogeriya ku qanûna bingehîn a demokratîk dide, wê li tevahiya Tirkiyeyê rêveberiyên xwecihî yên demokratîk bibin temînata avaniyeke îdarî ya demokratîk.
Dawî wê li Rewşa Awarte bê û hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin, wê demildest vegerin ser karê xwe. Wê rêxistinên civaka sivîl û saziyên çapemeniyê yên li herêmê bi zimanê zikmakî weşana xwe dikirin û bi Rewşa Awarte û BHQ’yan hatin girtin, ji nû ve bên vekirin û malên wan bên îadekirin.
Di serî de dawî li pêkanînên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê ku Birêz Abdullah Ocalan tê de ye û hemû girtîgehên dên bê û wê erka ´binpêkirina înfazê´ ya di dest îdareyên girtîgehan de ji holê bê rakirin.”
HDP´ê behsa girîngiya rûbirûbûna bi rabihuriyê ya civakî jî kir û got, “Ji bo ku li ser navê dewletê ji ber qirrkirin û komkujiyên ku di dîrokê de li dijî Kurdan û gel û baweriyên din pêk hatin, lêborîn bê xwestin, wê xebat bên kirin.
Ji bo lêkolînkirina qirrkirin, tehcîr, komkujî, înfaz, windahî û pêkanînên bi vî rengî bên lêkolînkirin û heqîqet derkevin holê, wê ´Komîsyonên Heqîqetê´ bên avakirin.
Misogerkirina mafê zimanê dayikê
Daxwazên Kurdan ên ji bo ziman, çand û nasnameyê, di çarçoveya mafên gelan de mafên sereke ne.
Zimanê zikmakî, şerta sereke ya qebûlkirin û pêkanîna nasname û çandê ye. Partiya me, ji bilî zimanê fermî yê welat, di qada cemawerî û sivîl de perwerdehiya pirrzimanî, jiyana pirrzimanî û xizmeta cemaweriyê ya pirrzimanî esas digire. Dê di hemû qademeyên perwerdehiyê de perwerdehiya bi zimanê zikmakî hebe.
Hemû polîtîkayên li dijî bipêşvexistina zimanê dayikê wê bên betalkirin, ji îadekirina navên cihan heta bi navên orîjînal ên pênaseyên cografîk û hemû mafên hatine xespkirin wê bên îadekirin.
Navê Kurdistanê heqîqeteke dîrokiyî ye û ji bo pênasekirina erdnîgariyê jî tê bikaranîn. HDP, li gorî rastiya Kurdistanê di çarçoveya welatê hevpar û qanûna bingehîn a demokratîk de, ji bo ev heqîqet di warê statuya qanûnî de bê qebûlkirin, têdikoşe.”
Pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd
HDP´ê îşaret bi tehlûkeyên li dijî neteweya Kurd jî kirin û wiha girîngiya yekîtiya neteweyî îfade kir: “Li Rojhilata Navîn, dewlet û hêzên statukoparêz, bi awayekî dijwar êrîşî gelê Kurd û destketiyên wan dikin. Lewma pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan pirsgirêka me ya herî bi lez û bez e. HDP, ji hêlekê ve wekî tifaqa hêzên demokrasî û azadiyê bi pêş ve diçe, li hêla din jî li hemberî ferasetên asîmleker, çewisîner û tekparêz di warê siyasî de yekîtiya Kurdan diparêze. Yekîtiya Netewî ya Kurd, li herêmê ji bo bihevrebûna demokratîk jî pêwîst û bivênevê ye. Partiya me, ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bibin hevpar jî hewl dide û di vî warî de çi dikeve ser milê wê dike.”
Çareserî bi muxateban dibe
HDP´ê wekî din cihê muxateban di çareseriya pirsgirêkên girift de vegot û wiha dewam kir: “Alî û muxatebên pirsgirêkê diyar in. Ev pirsgirêk bes bi vîna muxatebên wê dikare çareser bibe. Lêgerîna li muxatebên nû û sunî, israrkirina di polîtîkaya çaresernekirinê de ye. Di çareserkirina pirsgirêkê de hêzên şer dikin, aliyên meseleyê yên xwezayî ne.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di navbera salên 2013-2015’an di dema pêvajoya diyalogê de, wekî aktorekî nîşan da ku ew muxatebekî xurt e û dikare pirsgirêkê çareser bike. Her wiha di vê serdemê de pirraniya civaka Tirkiyeyê jî wekî muxateb birêz Ocalan qebûl kiribû û peyamên dihatin hemû bi awayekî cidî esas dihatin girtin û nirxandin.
Partiya me, ji bo ji nû ve ev pêvajoya bû qurbana hesabên siyasî, bi daxilbûna hemû dînamîkên civakê bê destpêkirin; her tim destnîşan dike ku divê tecrîda giran a derexlaqî û bê zemîneke hiqûqî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin.”
24´ê Hezîranê weke destêpeka serdema nû
HDP´ê xwe ji bo dewra xwe ya çareseriyê amade nîşan da û got, “24’ê Hezîranê ji bo aştiyeke mayînde û birûmet hêvî ye. Bereksê kesên bi polîtîkayên şerî îqtîdara xwe dewam dikin, bi feraseta qeyûman, bi dorpêçkirin û rûxandinan mirovan ji cihên wan koçber dikin, wê kesên doza aştiyê dikin bi ser kevin.
24’ê Hezîranê wê bibe roja destpêka serdemekê ku em li Tirkiyeyê li ser asasên hevwelatîbûyînê, bi deng û rengê xwe, jiyaneke bi hev re xwe, bajarê xwe û welatê xwe bi rê ve bibin. Em ê bi vê veguherînê re, bi reng û dengên xwe bi awayekî aştiyane bi hev re bijîn. Em ê li welatekî demokratîk bi hev re aştiyeke mayînde pêk bînin. Bi HDP’ê re welatekî wekhev, azad û demokratîk nêz e.” AMED