Tîmên QSDʹê yên taybet ên rizgarkirina sivîlên ku çeteyên DAIŞʹê ew di taxên Reqayê de dîl girtine, didomîne. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê li taxa Nezlet Şihade 125 welatiyên sivîl rizgar kirin. Di nava sivîlan de 2 welatiyên ku di encama topbarana çeteyên DAIŞʹê ya li ser sivîlan de birîndar bibûn hebûn. Di çalakiya rizgarkirina sivîlan de 2 şervanên tîmên tayber ên rizgarkirina sivîlan jî birîndar bûn.
Şervanên tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan û hin şervanên din birîndar rakirin nexweşxaneyê. Her wiha şervanan av û xwarin ji sivîlên ku hatine rizgarkirin re pêşkêş kirin û ew birin cihên bi ewle ku QSDʹê rizgar kirine.
YJŞ’ê zarokekî Êzîdî rizgar kir
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) zarokekî Êzîdî ku beriya 3 salan ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatine revandin, rizgar kirin.
Bi rêveçûna hemleya rizgarkirina Reqayê de, YJŞ′ê di 3′yê Tîrmehê de bi daxuyaniyeke fermî tevlîbûna xwe ya hemleyê ragihand. YJŞ′ê da zanîn ku hedefa wê rizgarkirina Êzîdiyên ku ji aliyê DAIŞ′ê dîl hatine girtin. Li ser vê bingehê jî doh yekîneyên YJŞ′ê zarokekî Êzîdî ku 3 sal in di destê DAIŞ′ê de maye, xelas kir.
Çeteyên DAIŞ′ê di 3′yê Tebaxa sala 2014′an de êrîşî Şengalê kirin, komkujî pêk anîn û bi hezaran jin û zarok jî revandin.
Li gorî ajansa Rojnewsê, şervanên jin ên Êzîdî di dema dawî de zarokî Êzîdî yê bi navê Salih Hesen (13) ji nava pençên çeteyan xelas kir. Salih beriya 3 salan ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin.
Zarokê biçûk Salih da zanîn ku çeteyan ew bi darê zorê tevlî dewreyên pewerdeyê kir û anî ziman ku dema wî şervanên jin ên Êz3idî dîtin, gelek kêfxweş bû, ji ber ku azadiya xwe careke din bidest xist.
12 çete kuştin 2 jî girtin
Şervanên eniyên rojhilat û rojava yên bajarê Reqayê gelekî nêzî hev bûne û pêşketina şervanan didome. Tê payîn ku şervanên herdu eniyan di demek nêz de bigihîjin hev. Li gorî agahiyan di şer de herî kêm 12 çete hatin kuştin û 2 çete bi saxî ketin destê şervanan.
Di taxa Nezlit Şihade a başûrê bajar jî ji pêr ve di navbera şervanan û çeteyande şer didome. Di şerê li vir de herî kêm 7 çete hatin kuştin. Her wiha 2 bi saxî ketin destê şervanan.
Li taxa Rewda ya rojhilatê bajêr jî 2 çete hatin kuştin.
Li taxa Berîd a rojavayê Reqayê jî şer bi hemû hêza xwe didome. Li gorî agahiyan di şerê li vir de jî 3 çete hatin kuştin.
Di taxa Reqaya Kevin de ya rojhilatê Reqayê de jî şerên demkî di navbera şervanan û çeteyan de diqewimin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şervanên eniyên şer ên rojhilat û rojava gelekî nêzî hev bûne. Şervanên herdu eniyan ji ber zêdebûna mayînên ku çeteyan danîne bi giranî bi pêş ve diçin. Tê payîn ku şervanên eniyên rojhilat û rojava wê di demeke kurt de bigihin hev.
NAVENDA NÛÇEYAN