Namzetê HDP’ê yê rêza yekemîn Alî Atalan anî ziman ku ji ber ew jî Êzîdî ye , beriya niha bi pirsgirêkên li kampê re mijûl bûye û ji bo Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bibe wan li qada navneteweyî xebatên agahdarkirinê meşandine. Atalan ragihand ku gelê Şengalê li welatên xwe lê girtine rastî gelek pirsgirêkên mezin hatine û diyar kir ku Tirkiyeyê statuya penaberan jî nedaye Şengaliyan. 


‘Bi tenê HDP komkujiyê tîne ser ziman’

Weletiyê Ezîdî Şemo Mirad anî ziman ku wan nêrînên xwe bi namzetên HDP’ê re parve dikin ku trajediya gelê Şengalê ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin û got, “Ev 8 meh in bi piştgiriya gelê Êlihê re em li ser piyan e. Em nûçeyên rojane dişopînin, ya ku bi serê me de hat bi tenê parlamenterên HDP’ê li parlamenta welatê tînin ser ziman. Bi tenê vegotina barbariya DAIŞ’ê têrê nake.”Mirad diyar kir ku bi saya gelê Bakurê Kurdistanê û tevgera azadiyê ew xwe bi tenê hîs nakin.


‘Divê PDK’ê hesabê bide gelê Ezîdî’

Xelef Şêx jî ji parlamenterên HDP’ê xwest ku hesap ji welatên destek dane DAIŞ’ê û PDK a ew bi tenê hiştiye, bipirse. Şêx anî ziman ku wî bi xwe jî bi salan xizmet ji PDK’ê re kiriye û got, “PDK’ê em terikand. Êdî ti hêviyeke me ji PDK’ê nemaye. PKK, YPG, YNK û partiyên din ji bo yekîtiya neteweyî li hev bicivin jî, em ê ji PDK’ê bawer nekin. Namûsa me di destê dijmin de hişt û reviya. Ev reva PDK’ê ne ji ber tirsê bû.  Her kes bi vê dizane lê belê birayên me yên ev guneh kirine, hesabê vê bidin. Pêwîste parlamenterên HDP’ê tenê bi pirsgirêkên li Bakurê Kurdistanê re mijûl nebin. Divê dest biavêje pirgirêkên gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê. Îsal wê parlamenterên Kurd ên Êzidî jî biçin parlamentê û bi dîtina me wê xwişk û birayên xwe temsîl bikin.”


FERHAT ARSLAN/ÊLIH