Li navçeya Qubîn a Êlihê pêşengên Êzîdiyên li konbajarê Qorixê dimînin ji ANF’ê re axivin. Pîr Şemo: Avakirina Meclîsa Gel a li Şengalê wê ji bo vegera me bibe wesîle. Lê hinek kes xweseriya gelê Şengalê naxwazin.Ger şervanên HPG, YJA Star û û YPG-YPJ tine bûna wê bi sedan mirov bi komkujiyê re rû bi rû bimana. Ji ber vê jî divê di bin dandora ti avabûna siyasî de nemînin û Herêma Xweser a Şengalê bê qebûlkirin. Em dixwazin xwe bi xwe rê ve bibin. Ger hikûmeta me hebûya, me ewlehiya xwe ya leşkerî û siyasî bigirta û li ber xwe neda wê demê mafê me yê gotinê tinebûya. Ji ber vê yekê jî divê Meclîsa Gel a Şengalê bê bihêzkirin. Divê em demildest vegerin Şengalê. Ev çar meh e li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek mezin tê meşandin. Divê ciwanên me şervanên HPG-YJA Star û YPG-YPJ’ê mînak bigirin. Divê ciwanên Êzîdî berê xwe bidin Şengalê. YPG, YPJ’ê Kobanê azad kirin. Tenê hêviya me ev e ku Şengal azad bibe, em serketina Kobanê em jî Şengalê pîroz bikin.
Şemo Simo: Meclîsa Gel a li Şengalê hat avakirin em xistin nava kelecanê. Heta niha li Şengal û Şêxanê ti Kurdên Êzîdî nebûn xwedî ku xwe bi xwe rê ve bibe. Ji ber vê sedemê herêma ku Êzîdî lê dijîn divê xweser be, heta divê demildest kanton bê avakirin. Divê Kantona Navendî ya Şengalê hebe, divê dîplomasî, leşkerî û aborî bi giştî ji Kurdên Êzîdî pêk bê. Heta niha ger hewldanek me ya wisa hebûya wê komkujiyek bi vî rengî nebûna. Lê yên ji Meclîsa Gel Şengalê nerehetin hene. Em wek Êzîdiyên ji xaka xwe bûne dibêjin: “Gelo çima leşkerên PDK’ê beriya gel ji DAIŞ’ê reviyan? Ger ew nereviyana wê bi hezaran jinên Êzîdî îro li welatên Ereb li bazarên koleyan nereviyana. Bila zêde tevlî birîna Kurdên Êzîdî nebin. Bila li ser me hesabên siyasî nekin.
Xêrî Mahlo: Dema DAIŞ hat gel bi çekên xwe yên şexsî li ber xwe da. Ger ewlehî bi gelê Şengalê re hebûya wê DAIŞ li Şengalê bihata çalkirin. Berxwedana li Çiyayê Şengalê tê dayîn hêzê dide me û ji bo em hemû di berxwedana Şengalê de cih bigirin û vegerin ser xaka xwe, bûye hêvî. Em ti car naxwazin Şengalê terk bikin. Gelo Laleş dikare bê terkirin? Em ji ziyaretên xwe bên qutkirin wê demê em ê ji manewiyatê bimirin. Divê qedera Şengalê ji gelê Şengalê re bê hiştin. Divê ti pêkhateyên siyasî îtîrazî biryara Meclîsa Gel a Şengalê neke. Gelê Şengalê wê li ber xwe dide, ger Kantona Şengalê bixwaze divê kanton bê avakirin.
FERHAT ARSLAN/ANF/ÊLIH