Şêniyên Efrînê yên li kampên kantona Şehbayê dimînin qala zivistanê dikin, dorgirtin û kêmderfetan tînin ziman û hêviya xwe ya vegerê bi lêv dikin.
Şêniyên li kampan dixwazin saziyên alîkariyê yên navdewletî bi erka xwe rabin û dibêjin, zivistan ji bo wan gelekî giran e, û çadirên wan dilopan dikin.
CAFER CAFO / ANHA/ŞEHBA
Tevî sermaya demsala zivistanê, derfetên kêm, dorpêçkirina rejîma Sûriyê û artêşa Tirk û çeteyên wê li ser kampên kantona Şehbayê, jiyana koçberan bûye kabûs. Tê zanîn ku ev zivistana duyemîn e ku koçberên Efrînê li kampan derbas dikin.
Şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê di 4 kampan de ku Rêveberiya Xweser li kantona Şehbayê vekirine bi cih bûne. Navên kampan wiha ne; kampa Berxwedan, kampa Serdem, kampa Efrîn û kampa Şehbayê. Her wiha bi dehan malbat li malên wêrankirî yên li kantona Şehbayê bicih bûne.
Şêniyên Efrînê êş û azara kêmbûna xizmetê, nexasim di demsala zivistanê de dikişînin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser derfetên xwe kêm in û rêxistinên peywendîdar jî alîkariyê pêşkêş nakin.
Em li hêviya vegerê ne
Şêniyên Efrînê yên ku li kampa Serdemê dimînin gotin: “Alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji me re pêşkêş dike, bi rêya komîn û meclisên li kampan belav dike. Ev jî li gorî hêjmara koçberan kêm in. Rêxistinên mirovî rewşa wan paşguh dikin.”
Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Riyad Yasir wiha got: “Li kampê alavên germkirinê zêde kêm in, rewşa me li vir zehmet e. Lê belê tevî vê yekê jî em bi sebirin û li hêviya vegera cih û warê xwe ne. Em li bendê ne deverên me ji Artêşa Tirk a dagirker bêne rizgarkirin.”
Çadirên me dilopan dikin
Welatiya bi navê Fatima Salih jî got, “Em li Efrînê xwediyê mal û milk in. Lê dagirkeriyê em neçarî derketinê kirin. Ji ber ambargoyê em li vir zehmetiyan dibînin, nexasim ku demsala zivistanê ye û pêdiviya me bi alavên germkirinê hene.”
Mihemed Elî got: “Dema baran dibare çadirên me dilopan dikin. Hem zarokên me nexweş dikevin û hem jî em nikarin derman ji wan re bikirin. Bi rastî jî werza zivistanê ji me re bûye kabûs. Ji ber vê yekê di şerê man û nemanê de ne. Em bi hêviya vegera Efrînê ne.”
Sebîha Bekrî jî bang li rêxistinên navdewletî û mafê mirovan kir û got: “Alîkariya koçberên ji Efrînê bikin.”
Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê diyar kiribû ku ew zehmetiyan derbarê peydakirina sotemeniyan û madeyên din dikişînin, ji ber kantona Şehbayê dorpêç kirîye.