Li Başûrê Kurdistan pêr hilbijartina parlamenê hebû û tevlîbûn pirr kêm bû. Gelek kes rewşê wekî ’êdî ti hêviyên xelkê ji partiyên heyî nemaye’ şîrove kir.
Li Başûrê Kurdistanê 3 mîlyon û 88 hezar hilbijarên fermî, ji bo parlamena ji 111 kursiyan, pêr çûn ser sindoqan. Piştî Referanduma 25’ê Îlona 2017’an, Artêşa Iraqê, di serî de Kerkûk hin bajar û navçeyên herêmê dagir kirin û di ser vê dagirkeriyê re salek darbas bû. Gel elaqeyek zêde nîşanî hilbijartina piştî bi salekê, neda. Di hilbijartinê de hinek nelirêtî hatin kirin û li hin bajarên mezin jî ji sedî 20´ê hilbijêran çûn ser sindoqan û deng dan.
Xelk neçû ser sindoqan
Ligel vê yekê jî hin organên weşanê yên nêzî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Welatparêzên Kurdistanê (YNK) ragihandin ku ji sedî 57.96 hilbijêran çûne ser sindogan. Sedama neçûna gel a ser sindoqan, ev e ku li dijî hêzên derve yekitiya Kurdan tineye. Dîsan ji ber krîza aborî ya heyî jî gel neçû ser sindoqan. Gel êdî partiyên heyî weke hêza çareseriyê nabîne.
Çav li rê ye ku encamên hilbijartinê di nava 72 saetan de bên eşkerekirin. Lê ji niha de tê nîqaşkirin ku PDK li pêş e û YNK’e jî li gorî hilbijartinên derbas bûyî dengên xwe zêde kirine û weke partiya duyemîn tê xuyakirin.
Encamên ne fermî
Medyaya nêzî PDK´ê doh encamên ne fermî eşkere kirin ku li gorî vê PDK % 43´yê dengan stendiye. Li gorî vê YNK partiya duyem û Tevgera Goran jî ya sêyem bû.
Encamên medyaya nêzî PDK´ê yên doh belavkirî, li gorî jimartina %75´ê dengan û her çar parêzgehan, wiha bû:
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): %43
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK): %20.1
Tevgera Goran: %12.8
Tevgera Nifşê Nû: %8.5
Komela Îslamî ya Kurdistanê: %7.2
Hevpeymaniya Ber bi Îslahê: %5.8
Hevpeymaniya Serdem: %1.08
HEWLÊR