
Bi ser erdhejên di 23'yê Cotmeh û 9'ê Mijdara 2011'an de yên li Wanê pêk hatin û 644 kesan jiyana xwe ji dest dan de nêzî 8 mehan derbas bûn. Piştî karasetê Waniyan hewilda ku birînên xwe derman bikin û li gel hemû zehmetiyan jiyana xwe di kon û bereqeyan de didomînin. Her diçe kolanên Wanê zînde dibe û jiyan ber bi asayiyê ve diçe. Bajarê Wanê yê ku piştî erdhejê vegeriyaye xeyaletê ji nû ve ber bi zîndîbûnê ve diçe.
Li bajar avahiyên zirar din hêj tên hilweşandin û kesên ji bajar koçberbûn jî vedigerin bajar. Li bajar tirsa erdhejê hêj berdewam dike. Ligel vê yekê bajar jî zînde dibe. Esnafên bajar û firoşkarên seyar wekî her caran dikanên xwe vedikin.
Li gorî agahiyên AFAD'ê li bajar 29 hezar konteynir hatin avakirin. Li Wanê 32, Erdîşê jî 5 bi giştî 37 bajarên konteynerê hatin avakirin. Li bajarên konteynerê zêdehî 130 hezar kes dijî. Piştî meha hezîranê dibistan hatin girtin welatiyên koçî bajarên din kirin dest bi vegera Wanê kirin. Piştî meha sibatê welatiyan hêdî hêdî dest bi vegera bajar kirin. Li gorî fîrmayên otobusên li Wanê kar dikin, di nava meha hezîranê de vegerên ber bi Wanê zêde bûn. Rojê 50 otobusê tên Wanê û hejmara otobusên ji Stenbol û Mêrsînê tên zêdebûn. Rojê 4 hezar kes vedigere bajar. Di nava 20 rojên meha hezîranê de 80 hezar kes vegeriyan Wanê.
DÎHA/WAN