Li Sûriyeyê her ku diçe rewş dijwartir dibe. Ev welat niha şerekî navxweyî û heremî dijî. Rejîm bi hemû hêza xwe hewl dide pişta muxalefetê bide eredê, ew ji bo pêkanîna vê armancê destekê ji hevalbendên xwe mîna Rûsiya û Iranê digre. Hêzên muxalefetê jî, bi taybetî „Artêşa Sûriyeyê ya Azad“ destekê ji welatên Erebû Tirkiye digre. Jixwe hin hêzên çekdar yên din jî mîna rêxistina al-Qaîda bûne beşek ji dîmenên bixwîn li Sûriyeyê.
Li gorî agahiyên jêderên serbixwe bi sedan çekdar ji welatên Erebû rojava berê xwe dane Sûriyeyse ji bo „cîhadê“ li dijî rejîma Şamê ya „kafir“ ilan bikin. Gelek ji van çekdaran hatine kuştin, hinek jî hîna şerê xwe li dijî rejîma Beşar Esad didomînin. Li Saûdî Arabistan û welatên din yên kendavê, kampaniyek mezin ji bo „alîkariya gelê Sûriyeyê“ destpêkiriye. Ev hêzên çekdar yên ji aliyê Islamîstan ve tên kontrolkirin, pîlana heremên islamî dikin. Ew dixwazin heremên serbixwe ava bikin, ku li wir tenê hukimê „Şerîtê“ hebe. Ji ber hindê bi hezaran Xirstyan ji bajarên Humis, Idlib û Hemayê reviyane. Hêzên çekdar yên islamî gelek heremên navenda Sûriyeyê girtine dest xwe û li wir serweriyek li gorî pirnsîpên islama siyasî ya radîkal ava kirine. Li jêr vê serweriyê ji Xiristyanan hatiye xwestin ku heremê terk bikin û derbider bibin.
Çekdarên ji welatên Ereb û misilman hatine Sûriyeyê hebûna tu baweriyên din ji bilî islama sunî qebûl nakin. Gelek ji wan dema Dêrên Xirstiyana dibînin, matmayî dimînin. Dibêjin ev welatê misilman ye, çawa kesên ne misilman li vir dikarin jiyanê bikin?
Rejîma Beşar Esad jî hîna li ser xwe ye. Bi sedhezaran esker li ber destê wê hene û bi hezaran tank û top. Beriya çend rojan rejîmê ji berpirsyarekî Neteweyên Yekbûyî re ragiahndibû ku ewê ji bo têkbirina hêzên çekdar bilindtrîn asta dijwariyê bikar bînin. Ev tê wateya berfirehkirina şer û kuştina bi hezar kesên din. Rejîma Esad pêxwasên xwe bi ser her kesî ve dişîne. Ew heta bi zarokan dikujin. Li çend cihan bi dehan zarok hatibûn serjêrkirin. Ev yek li xweşiya rejîmê diçe, ji ber ku ihtîmala şerekî navxuyî di navbera sunî û elewiyan de zêdetir dike.
Weha xuya dike ku rewşa Esad niha baştire ji rewşa wî ya beriya salekê. Niha ew bawer dike ku Elewî û hin beşên din yên civaka Sûriyeyê di vî şerî de tercîha rejîma wî dikin. Wî dikarîbû sûdek mezin ji çewtiyên muxalefetê bigirta. Sûd ji xîtaba hêzên çekdar ya li dijî beşên din yên civaka Sûriyeyê girt. Weha xuyaye ku niha pirraniya Elewiyan bi rejîma Esad re ne. Her weha Xirstiyan û Durzî jî.
Beriya çend rojan serokê rêxistina Birayên Misliman Muhamed Riyad al-Şaqfa daxuyaniyek da Tv eyek Erebû carek din mafên gelê Kurd li Sûriyeyê qebûl nekir. Al-Şaqfa got ew mafên rêvibirya heremi ji bo Kurdan nas nakin û tenê mafên „hemwelatiyê“ erê dikin. Ev tê maneya ku ev rêxsitina girêdayî AKP’ê amedekariya pîlanên qirêj li dijî gelê Kurd dike. Bê guman ev yek dihat guman kirin. ji destpêkê xuya dikir ku dê AKP’ê bi riya rêxistina Birayê Misliman derbeyekê li Kurdên rojava bide.
Ji vê yekê zêdetir jî, di vê dema dawî de hin hêzên „Artêşa Sûriyeyê ya Azad“ hewl didin derbasî heremên Kurdan bibin. Bi taybet jî herema Efrînê ji xwe kirine armanc. Ew dixwzin desthilatdariya „Komîteyên Parastina Gel“ têk bibin. Jixwe malbatek Kurd jî, di nav de 4 zarok, qetil kirin. Ev komkujî bi erêkirina dewleta Tirk hatiye kirin. Bi riya çekdarên islamî yên nêzî al-Qaîda, dewleta Tirk dixwaze derbeyek mezin li Kurdan bide. Ji ber hindê divê Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê û bi taybet PYD û „Komîteyên Parastina Gel“ rê li ber van hêzên çekdar bigrin û gel biparêzin.
Jixwe wek xuya dike, hin komikên Kurd jî di nava konsepta jiholrakirinê ya dewleta Tirk de cihê xwe digrin. Divê ev kes werin deşîfre kirin û li dijî wan tedbîr werin stendin.
Ji bo parastina heremên Kurdan divê amedekariyên mezin werin kirin. Amedekariyên rêxistinî û eskerî. Di nava Kurdan de PYDê xwedî imkane û dikare Kurdan ji hêzên terorîst biparêze. Hêzên Kurd yên din tenê axaftinê dikin û nikarin tiştekî praktîk bînin meydanê.
Ji ber hindê hêviya gelê Kurd li Rojava tenê PYD û Tevgera Azadiyê ye…
Hevkarên AKP’ê Kurdan dikin hedef