Komên çekdar yên girêdayî rêxistina El Qaîde û AKP'ê li bajarê rojavayê Kurdistanê Serêkaniyê bi cih bûne û hewl didin tevahiya heremên Kurdan yên derdorê bigrin dest xwe. Van koman bi riya terorê bi dehan hezar xelkê vî bajarî derbider kirin û bi dehan jî kuştin. Di dema şerê li dijî artêşa Esad, 30 esker teslîm girtin û ew kuştin û di gorek komî de veşartin. Her wiha 3 ciwanên Kurd jî dîl girtin û kuştin.
Ev hêz ne bexit û ne jî pirinsîbên wan yê şer hene. Li gorî hizra El Qaîdeyê tevdigerin. Her kesê ne bi wan re mîna dijmin û 'kafir' dibînin. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ew bi taybet ji bo şerê li dijî Kurdên Rojava hilbijartine. Armanc ewe ku bi Kurdan re bikevin nava şerekî qirêj. Kurdan qetil bikin. Mal û milkên wan wêran bikin. Her wiha karibin şerekî navxuyî jî di navbera wan û Erebên heremê de peyda bikin. Li dijî destdirêjiya van hêzên biyanî, gelê Kurd di şexsê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de helwestek xurt nîşan da. Ji van hêzan hate xwestin yekser heremên Kurdan terk bikin, an jî ewê rastî berxwedanek mezin werin. Lê ji ber ku ev hêz ji aliyê AKP'ê ve hatine wezîfedarkirin û kirêkirin, ev xwesteka Kurdan û hemû xelkê Serêkaniyê red kirin û dest bi şer, kuştin û talankirina milk û malên Kurdan kirin. Li himberî vê rewşê YPG'ê  mudaxele kir Ev çend roj in şerekî dijwar di navbera Kurdan/YPG û van hêzên girêdayî El Qaîde/AKP'ê de rû dide. Di vî şerî de ev hêzên çekdar destekê eşkere ji dewleta Tirk digrin. Desthilatdariya AKP'ê ji bo van koman tank û alavên şerê giran dewir kir. Her wiha bi topên hewanê jî êrîş bir ser taxên Kurdan, da ku moralê van komên çete xurt bike û berxwedana Kurdan qels û bê hêvî bike.
Ji aliyekî din û tevî ku 'Artêşa Hur' diyar kir ku ev komên niha li Serêkaniyê şerê Kurdan dikin, wan eleqedar nake û ne bi fermana wan derbasî van hereman bûne. Lê dîsa jî daxuyaniyên muxalefeta Sûriyeye ya girêdayî Tirkiyalê mirov matmayî dihêle. Helwesta herî dawî ya Georg Sebra yê Serokê Meclisa Stenbolê (ya li jêr desthilatdariya rêxistina Birayên Misilman) bû. Vî mirovê Xiristiyan destek da van hêzên çete yên girêdayî El Qaîdeyê ne û Kurd sûcdar kir! Wî di hevpeyvînekê de ku bi rojnameya El Beyan re kir; Kurd bi hevkariya bi rejîma Esad re tewanbar kir û got: Ev komên 'Artêşa Hur' dixwazin heremên Kurdan ji vê rejîmê rizgar bikin.
Axaftinên Sebra li dijî yê Serokê 'Artêşa Hur' in ku dibêje ev kom ne bi me ve girêdayî ne. Her wiha ew dibe alîgirê kiryarên van koman û xwîna kesên ji aliyê van koman ve hatine qetilkirin, dikeve stuyê wî de. Ya baş ew bû ku Sebra behsa rewşa Xirstiyanên li herema Humsê bikra, ku hemû ji aliyê heman komên çekdar yên tûndrew ve hatin derbider kirin.
Sebra ji bo xwe bi AKP'ê û rêxistina Birayên Misliman, ku ew xistine serokê Meclîsa Stenbolê şêrîn bike, weha dibêje. 
Gelo mirov ci dikare ji kesên wiha xwefiroş û bêşexsiyet re bêje? Gelo dê ev kes karibin demokrasiyê li Sûriyeyê pêk bînin û welatekî serbixwe ku mafên Kurdan qebûl bike, ava bikin?
YPG heta niha pişta van komên çete daye erdê. Bi dehan ji wan kuştine û dîl girtine. Jixwe dewleta Tirk hemû cenazeyên kuştiyan û birîndaran jî radike nexweşxaneyên Riha û Serêkaniyê ya Bakur. Gelê Kurd li Rojava bi tevahî li pişta YPG'ê ye. Bi sedan ciwan xwe qeyd kirine, da ku herin Serêkaniyê û tevlî şerê namûs û şerfê bibin. Lê YPG destûrê nade û dibêje em besî xwe ne û rewş di bin kontrolê de ye.
Li gorî agahiyên dawî YPG di şerê li Serêkaniyê de serdest û hakim e. Bi şêweyekî lehengyane şer dike. Ev yek mirov dikare di liv û tevgera komên çete de ferq bike. Berxwedana YPG Kurdan mucbûrî yekîtiyê dike. Bi hezaran ciwanên welatparêz yên derveyî hizra PYD niha bi navê YPG û berxwedana şervanên wê bang dikin. Ew dibêjin YPG berevaniya hebûna Kurdên rojava dike. 
Li Hewlerê jî hêzên siyasî yên Kurd ev çend roj in li hev civyane. Li ser banga Serokê Herema Başûrê Kurdistanê Mesûd Berzanî, hemû endamên 'Desteya Kurd a Bilin' li Hewlerê di civînek vekirî de ne. Li gorî agahiyan ew nêzîkî formek nû ya lihevkirin û yekîtiyê dibin. Divê bi yek helwest^ karibin gel û gelê rojavayê Kurdistanê biparêzin.
Bê guman şerê li Serêkaniyê bi rêveberya AKP'ê û pêkanîna komên çete yên girêdayî rêxistina El Qaîdeyê dimeşe, tevahiya hêzên netewa Kurd eleqdar dike. Hikûmeta Başûr û Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê eleqdar dike. Ev hêzên Kurdan dê destûrê nedin ku Serêkaniyê têkeve bin kontrola van hêzên dijminên nasnameya Kurd. Ewê bi hemû derfetan destekê bidin Kurdên rojava.
Ev agahdarî ji Hewlerê û Qendîlê hat.
Şerê niha li Serêkaniyê rû dide şerê Kurdan li dijî komên kirêkirî yên girêdayî El Qîdeyê û AKP'ê ne. Şerê man û nemanê ye. Divê netewa Kurdan bi hemû hêza xwe li dijî van koman û AKP ya ku wan destek dike, rawest e.