Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê di doza Med Nûçe û Newroz TV’ê de biryar da ku reşkirina ekranên Newroz TV ne li gor hiqûqê ye û şirketa Eutelsatê neheq dît. Li gorî biryara dadgehê, şirketa satatilê Eutelsat neçar e ji nû ve weşana Newroz TV bide destpêkirin û tazmînatê bide Newroz TV´yê. 

Şirketa satelîtê ya Fransî Eutelsal di 11’ê Îlona bihurî de weşana Med Nûçe û Newroz TV´yê li ser daxwaza RTUK´ê ku saziya sansûrê ya dewleta Tirk e, bi hincet û îdîaya, “propogandaya terorê dike û di weşanên xwe de şidetê nîşan dide“ sekinandibû. 

Piştî vê yekê rêveberiyên her du televizyonên Kurdî serî li Dadgeha Bazirganiyê a Parîsê dabûn û xwestibûn ku biryara Eutelsatê ya rawestina weşanê were xerakirin û weşan ji nû ve dest pê bike. Di nûniştina dozê de Eutelsatê tezên dewleta Tirk parastibûn û dadger ragihandibû ku ew ê biryarê di 14-15’ê Mijdarê de eşkere bike. 

Ji bo her weşana astengkirî tazmînat 

Biryara dadgehê doh hate ragihandin. Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê şirketa Eutelsat neheq dît û xwest yekser weşan dest pê bide. Herwiha dadgehê Eutelsat ji bo her weşana hatî rawestandin 5 hezar euro, ji Îro û pêve ji bo her roja derengmayînê jî rojê 10 hezar euro neçarî dayina tazmînatê kir. Di biryarê de mafê îtîrazê yê Eutelsatê heye, lê belê hatiye destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de nabe ku mafê weşanê were binpêrikirin. Tevî mafê îtîrazê yê Eutelsatê jî tê payîn ku di demeke kurt de Newroz TV dest bi weşanê bike. 


 PARÎS