Li gel van daxuyaniyên dijminane li dijî nasname û hebûna Kurdên Rojava, alavên ragihandinê yên nêzî muxalefeta nijadperest -ên mîna Orient TV- kampanyaya reşkirinê dane destpêkirin. Her roj bername bi beşdarbûna endamên muxalefeta Stenbolê çedibin û li dijî Kurdan derew û iftîra belav dibin. Çend Kurdên 'kurmê darê' jî beşdarî van bernameyan dibin û li gel van nijadperestan êrîşî nirxên gelê xwe dikin. Di vê dema dawî de 'yekîneyek' biçûk ji 'cahşokên' peyvê, xizmetkarên muxalefeta nijadperest, ava bûye.
Di meydanê de, komên çete ev zêdeyî hefteyekêye ambargo danîne ser Efrîn û Kobanê. Her erebeya ku erzaq û derman dibe van heremên Rojavayê Kurdistanê, disekinîn û talan dikin. Di heman demê de bi qasî 50 Kurdên sivîl, di nava wan de jin û zarok jî hene revandine. Jixwe dest bi koçberkirin û derbiderkirina Kurdên herêmên Minbic û Cerablosê kirine. Ev komên çete yên girêdayî rêxistina El Qaîdeyê şerekî topyekbûn li dijî gelê Kurd îlankirine. Ev şer bi hevkarî û alîkariya muxalefeta Stenbolê ya nijadperest tê birêvebirin.
Niha muxalefeta Sûriyeyê eşkere şerê hebûna gelê Kurd dike. Armanca wê ku Kurdan bê bandor bike û dewleteke navendî, li ser bingeha netewperestiya Ereb û mezheba Sunî ava bike. Di vê siyaseta xwe de destekê ji AKP'ê û El Qaîdeyê digre. Ji ber hindê sêgoşeya AKP-El-Qaîda û muxalefeta Sûriyeyê ya nijadperest dest bi hemleyên eskerî yên mezin li dijî kêmnetew û kêm mezhebên li Sûriyeyê kirin. Li dijî Elewî, Îsmaîlî, Durzî, Xirstiyan û Kurdan komkujî çebûne. Muxalefeta nijadperest û alavên ragihandinê yên girêdayî wê, ev şer mîna 'şerê artêşa azad li dijî alîgirên rejîma Esad' nîşan didin û qet behsa kuştina bi sedan sivîlî nakin. Bi vî şêweyî şerê valakirina Sûriyeyê ji van kêmnetew û kêm mezheban dewam dikin. Heta niha jî ev şer li dar e.
Dewleta Tirk ji bo vîna berxwedanê ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê têk bibe û rê li ber Xweseriya Demokratîk û hêza YPG'ê bigre, ev serê 3 salane dest bi gelek dek û dolaban kiriye. Di destpêkê de xwest eşîrên Ereb li dijî Kurdan sor bike û ji bo vê yekê gelek civîn li Riha û Dîlokê lidar xistin. Serokeşîrê bi navê Newaf Ragip Beşîr û koma wî bi çek kir û ew şandin Serêkaniyê, lê wan xwe li himberî YPG'ê negirtin. Piştî wê yekê hêzên El Qaîdya şand û eşkere alîkariya wan kir. Lê ev jî li himberî hêza berxwedêr a Kurd têkçû. Niha tercîha AKP'ê muxalefeta Stenbolê ye. Ev tercîh piştî anîna Meclisa Niştimanî ya Kurdî nava muxalefeta Stenbolê xurt bû. AKP bi hevkariya PDK dikarîbû Kurdan ji hev qut bike û Desteya Bilind ya Kurd ji hev belav bike. Dikarîbû hinek ji van Kurdan li ser ekranên alavên ragihandinê yên muxalefeta nijadperest bera sukra Kurdên azad bide. Wan li dijî forma Xweseriya Demokratîk bide xebitandin û bi wan kampaniya reşkirinê li dijî PYD û YPG'ê bide meşandin.
Dergehê Til Koçer vebû û YPG mîna hêzek sereke li tevahiya Sûriyeyê xwe îsbat dike. Kongreya Cenevre-2 bêyî YPG û razîkirina Kurdan nikare bi serkeve. Divê bê zanîn ku muxalefeta nijadperest wê ji îro û şûnde bi hemû hêza xwe şerê Kurdan bike. Ji bo bicihkirina 'hikûmeta' vê muxalefetê gundekî 'azadkirî' nîne, lê Kurd hakimê 30 hezar km çargoşe ne.
Şerê muxalefetê, El Qaîda û AKP'ê li dijî Kurdên Rojava dê xurtir bibe. Divê Kurd hayedar bin. Divê YPG hayedar be. Her ku ber bi Cenevre-2 ve tê, muxalefet zêdetir dîn û har dibe û ne dûre komkujiyên mezin li dijî Kurdan bide meşandin.
Hevkariya Muxalefeta Şamê, El Qaîde û AKP'ê
Muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî dewleta Tirk û welatên Ereb ên Sunî bi hemû hêza xwe diçe ser Kurdan. Piştî Îlankirina projeya Xweseriya Demokratîk, ev muxalefet a sîxur dîn û har bûye. Her roj daxuyaniyan li dijî Kurdan bi giştî, û bi taybetî jî li dijî PYD û YPG'ê dide. Beriya çend rojan 'serokê' hikûmeta muxalefetê Ehmed Tuma gef li Kurdên Rojavayê Kurdistanê xwar û got ewê şerê forma xweseriyê bikin û rê nedin PYD'ê ku heremên Kurdan bi rêve bibe.