Muxalefeta Sûriyeyê ya ku cihê xwe li Hotêlên Stenbolê digre û li jêr çavdêriya MÎTê kar dike, li îflasê ketiye. Jihev dikeve. Di heftiya derbasbûyî de 13 komên mezin yên çekdar li Sûriyeyê daxuyaniyek hevbeş belavkirin û ev muxalefet wek 'ajana DYA'yê' li qelemê dan. Diyarkirin, ku ev muxalefet wan temsîl nake û peyva wê li ser rûyê erdê nema bandora xwe bike. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku wê 'eniyek îslamî' ji bo avakirina dewletek li ser bingeh û rêbaza şerîtê li Sûriyeyê bête sazkirin û wê hemû hêzên eskerî yên 'laik' û 'girêdayî welatên Rojava' bêtin têkbirin.

Jixwe şer û pevçûnên di navbera komên girêdayî Cebha al-Nusra û Dewleta Iraq û Şamê û 'artêşa hur' li gelek navendên Sûriyeyê berdewam dikin. Hêzên radîkal yên girêdayî El Qaîdeyê derbeyên giran û xurt li navendên 'artêşa hur' xistine û gelek ji wan ji holê rakirine. Bi taybetî li Reqayê ku ew niha mîna 'Wîlayeta Reqa ya Îslamî“ tê naskirin, hebûna 'artêşa hur' nemaye. Her wiha li bejahiya Helep û Idilbê jî şer hîna berdewame û êrîşên xwekujî li dijî bargehên 'artêşa hur' pêk tên.
Bi awayekî sîstematîk komên girêdayî El Qaîdeyê serleşkerên 'artêşa hur' tesfiye dikin û eskeran jî nêzî xwe dikin. Li gorî hin lêkolînan, wê di dawiya sala bê de, tevahiya înîsyatîfa şer li meydanê têkve destê hêzên girêdayî El Qaîdeyê û wê tu hebûna'artêşa hur' nemîne. Li gorî agahiyên DYA yê, tenê hebûna 'artêşa hur' û generalên wê li derve maye. Li Stenbolê û hotêlên wê. Di meydana şer de gotin ya komên girêdayî El Qaîdeyê ye.
Muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê û mîrgehên Ereb, ji destpêkê têkilî bi komên El Qaîde re çêkirin û ew kom mîna “beşek ji serhildana gel” qebûlkirin. Heta dema DYA navê Cebha el-Nusra xist nava lîsteya 'rêxsitinên terorîst' de, ev yek ne li xweşiya muxalefeta Stenbolê hat û ev gav ji aliyê wê bi tûndî hate şermezarkirin. Muxalefeta ajana Tirkiyeyê wiha bawer dikir, ku dê El Qaîde rejîma Beşar Esad birûxîne û Sûriyeyê teslîmê wê bike. Wiha xuyaye ku di warê eskerî de wê 'artêşa hur' ji holê bê rakirin û muxalefeta li derve jî wê di warê siyasî de bê bandor bê hiştin. DYA û welatên Rojava jî wê Sûriyeyê teslîmî komên El Qaîde bikin. Wê ji dûr ve beşên gelên Sûriyeyê bera sukra hev bidin. Mîna li Iraqê komên (Sehwat) ji eşîrên Erebên Sunî li dijî El Qaîde avakirin, dibe ku wiha li Sûriyeyê jî dubare bikin. Ew kesên welatiyên Sûriyeyê yên desthlatdariya el Qaîde red bikin, dikarin çekdan ji DYA û Rojava bigrin û li dij el Qaîde şer bikin!. Bi gotinek din dubarekirina tecrubeya Afganistan û Iraqê li ser axa Sûriyeyê…
DYA her ku diçe armancên xwe li Sûriyeyê pêk tîne:
1- Çekên kîmawî yên rejîma Esad ji holê rakir û ewlekariya Îsraîl hate misoger kirin.
2- Şerê şîi û Suniyan zêdetir kir û Sûriyeyê kir navnedek global ya vî şerî.
3- Di nava Suniyan bi xwe de jî wê “artêşan” saz bike, da ku kesên 'laîk' û 'demokrat' şerê komên El Qaîde bikin.
4- Dema ku Sunî û şîi bi hev kevin û dijminayetî kûr bibe, wê her du alî jî dûrî şerê li dijî DYA û Israîlê bikevin. Wê El Qaîde jî enerjiya xwe li Sûriyeyê xerç bike.
Dibe ku “dewletên” mezhebî û netewî li Sûriyeyê mîna rewşek de facto bêtin avakirin. Ev jî li gorî berjewndiya Israîlê ye, ku dixwaze mîna “dewletek cihûyan li heremê” bête qebûlkirin. Peydabûna dewletên Kurd, elewî, sunnî, xirstiyan û durzî li Sûriyeyê rewamendiyê dide dewleta cihûyan jî!.
Şerê komên El Qaîde li dijî 'artêşa hur' Tirkiyeyê jî dixe nafa fikaran. Dibe ku el Qaîde nêzîk li AKP biqulibe û dest bi şerê wê bike. Eger El Qaîde komên muxalefeta Sûriyeyê û 'artêşa hur' mîna 'kafir' û 'hevalbendên DYA û Rojava' dibîne, jixwe Tirkye endama NATO û hevakara DYA û Roaja ya yekê ye!.
Daxuyaniyên Serokomarê Abdulah Gul yên vê dawiyê vê nakokiya ku di navbera El Qaîde û AKP'ê de peydabûye, derdixe ber çavan. Li gorî texmînan ew hevkariya dewleta Tirk û el Qaîde êdî ji hev belav dibe û dibe ku Tikriye di nêz de ji aliyê el Qaîde mîna hedef were nîşandan. Niha el Qaîde dest bi alîgerên Tirkiyeyê di nava muxalefta Sûriyeyê kiriye, dê nêz jî dest bi Tikriye bi xwe bike!.
Rola Tikriye bûye mîna rola Pakistanê di kirîza Afganistan de. Bi hemû hêza xwe Pakistan destek da Talîban û El Qaîde, ji bo Afagistan bigrin dest xwe, lê di dawî de ev rêxsitinên terorê li dijî Pakistanê bi xwe xebitîn û şer îlankirin.
Tevî hemû kiryarên li dijî mirovayetiyê û êrîşên li dijî komên 'artêşa hur' lê dîsa gelek beşên muxalefeta nijadperest û alavên ragihandinê yên nêzîkî wê, pişta el Qaîde li himberî YPG'ê digrin. Muxalefeta nijadperest li gel ku bê bandor dibe jî, dîsa mafên Kurdan nas nake û alîgeriya El Qaîde li dijî hêzên Kurdan dike. Ew naxwaze tu statuyek Kurdên rojava peyda bibe. Dixwaze heremên Rojavayê Kurdistanê tevlihev bibin û şer li wir kûr bibe.
Ev mehên li pêşiya me dê çarnûsaz bin û dê neqşeyek nû bi xwe re bîne. Dê rewş zêdetir tevlihev bibe. Loma divê aliyê Kurd xwe li gorî guhertinên nû amede bike û sînorên Roajavyê Kurdistanê zêdetir biparêze û Xweseriya Demokratîk bi awayekî dezgehkirî bide rûniştandin.