Bi taybetî jî di civakên ku di nav hewldana rizgarî û xwe ji nû ve avakirinê de ne, ev bandor gelekî girîng e û di demeke kurt de jî bandora xwe nîşan dide. Di vê danûstandina di navbera qadan de, piştevaniya bi hev re ya qadên jiyanê berê civakê jî ber bi qewimîn an jî rê û dirbên xweştir ve dike.
Di civaka me de jî li hemû aliyên welat bi awayekî ji awayan ev têkilî hebû, heye û divê her dem jî hebe. Lewre em jî civakeke ku di hewldana xwe ji nû ve avakirinê de ne û pêdiviya hemû qadên jiyana me ya civakî bi hev hene.

Îro roj jiyana me ya siyasî bandorê li jiyana aborî dike, jiyana hunerî bandorê li gelek beşên civakî dike, şerê li welatê me bandorê li berhemên me dike yan jî hunera me ji qewimînên qehremaniyên qada şer feyzê digirin û hwd.

Ya ji hemû tiştan girîngtir ew e ku di vê têkiliyê de divê her du alî jî bi awayekî erênî hev xwedî bikin, xurt bikin û pêşiya hev vekin û bergiya hev firehtir bikin. Ji ber vê yekê di hemû beşan de, di hemû qadên jiyanê û civakê de ku bi vê armancê ev têkilî neyê danîn yek ji ya din dixwe û her du jî bi hev mezin nabin. Ya ku bandorgir bi awayê ku ya bandorkar pêk tê lê venegerîne, ya bandorgir lawaz dibe û ya bandorkar jî dimîne bi tena serê xwe. Wekî mînakeke gelekî berbiçav, dema em bala xwe didin wêje yan jî muzîka Kurdî, her çiqasî mînakên gelekî baş ku bandora xwe ji berxwedana azadiyê ya Kurdan wergirtibin hebin jî, mixabin di heman demê de gelek berhem an jî xebatên ku bi qasî giraniya berxwedana Kurdan a azadiyê ne giran jî derketine holê… Mixabin mînakên vê yekê yên gelekî beloq di berhemên “hunerî” yên Kurdî de xwe didin der.

Wekî ku Alexander Hamilton dibêje, zirara ku herî zêde digihîje dozeke siyasî ne êrîşên xedar ên dijberan/mûxalifan e, parastina bêaqilane ya alîgiran e.
Heger ev gotin rastiyekê vedibêje, wê demê divê em ji binî ve rastiya civaka xwe binirxînin. Bi dehan salan civak/netewa Kurd di nav dozeke siyasî/şoreşgerî/berxwedêrî an jî di hewldana doza azadiya xwe de ye û em li qadên din ên jiyana civaka xwe binêrin ku em çiqasî li gorî giraniya vê dozê diafirînin. Çi ramyarî, çi madî û çi jî manewî…

Di muzîka Kurdî de, di wêjeya Kurdî de, bi giştî di hunera Kurdî de ku hunermend û nivîskarên Kurd ji vê yekê ne haydar bin, li gorî wê yekê hunera xwe neafirînin, ew ê neheqiyê hem li xwe bikin hem li civaka xwe bikin û hem jî li doza xwe bikin. Ji ber ku gelek caran em pêrgî hin “berhem”an tên ku ji erdê heta asîmanan dûrî giraniya qada ku xwedê giravî jê bandor wergirtine. Pirî caran bi sivikiya xwe bandoreke neyînî li giraniya wan dikin an jî qet tesîrekê li giraniya wan nakin û tenê xwe sivik dihêlin.

Heger di wê dan û standinê de xwedîbûn û xurtbûneke dualî çênebe, piştî demekê êdî zirareke yekalî çêdibe. Aliyek an jî qadek tenê ji aliyê din an jî qada din a jiyana civakî dixwe û qels dike, neheqiyê li wê qada din dike.


SÎDAR JÎR