Meş bi şîara “Qetlîamên dewleta Tirk li dijî Kurdistanê bi dawî bikin” hat destpêkirin, daxwaz hat kirin ku li şûna polîtîkayên zextê yên li dijî Kurdan û şoreşgeran, piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê.
Meşê ji stasyona trenê ya navenda Hambûrgê destpê kir û bi mîtînga li pêşiya girtigehê re bû yek. Di meşê de lîstikvanê Elman Rolf Becker axivî û diyar kir ku yên rêbazên terorê bi kar tînin ne Kurd in, dewleta Tirk bi xwe ye, daxwaza rakirina qedexekirina PKK’ê li Elmanya kir.
Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî da xuyakirin ku hikûmeta Elmanya û desthilatdariya Erdogan a li gel hev şaşîtiyeke pirr mezin e û daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir ê Elmanya Thomas de Maîzîere a digot, Elmanya ji bo berjewendiyên xwe di mijara mafê mirovan a li Tirkiyeyê de bêndenge, weke skandalekê bi nav kir.
Meclîsa Xwendekarên Zanîngeha Hambûrgê, Meclîsa Jinan a Rojbîn, Civaka Azad, Yekîtiya Hêzên Demokratîk û nûnerên YXK’ê, nûnerê DÎDF’ê jî axivîn û bang li Elmanya û YE kirin da ku dest ji durûtiya xwe berdin û Tirkiyeyê vegerînin maseya muzakereyan.
Dema ku meş ji Gangeviertel derbas bû, antîfaşîstên Elman yên di avahiyan de pankartên “Berxwedan Jiyan e” daliqandin. Bi mîtînga li pêşiya girtîgehêjî siyasetmetdarên Kurd Bedrettîn Kavak û Mehmet Demîr ên ku li Hambûrgê girtî ne, hatin silavkirin.
Li Bonnê jî terora dewleta Tirlk hat rûreşkirin
Li bajarê Elmanyayê Bonnê, Komeleya Huqûqzanên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê Navenda Yasa´yê bi meşekê êrîşên Tirkiyeyê yên bi ser Rojavayê Kurdistanê û nexasim Efrînê de protesto kir. Girseya qelebalix li Markt Platzê kom bû û heta bi Munster Platz meşiya. Di daxuyaniya li ser navê Yasa´yê de hat gotin ku ji ber topbarana Tirkiyeyê zerar digihêje sivîlan, û Tirkiye sînorên navneteweyî binpê dike û bi awayekî li dijî hiqûqê 1500 darên zeytûnan jî birrîne.
BONN/HAMBURG