Hevmalbata xwe bibînin
Di çarçoveya kampanya malbatên xwişk û bira ya HDPê de 21 hezar û 759 malbat hatin tesbîtkirin. Ji 11 hezar 16 malbatan re qût û alavên paqijiyê hatin şandin. Ji 4 hezar û 212 malbatan re malbatên xwişk û bira hatin peydakirin.
HDP a kampanyayê dimeşîne bang li her kesî kir ku alîkar û destegîr bin.
Yek ji kesê ji rêxistiniya di vî warî de berpirsiyar Alîcan Onlu der barê xebatan de agahî da û da zanîn ku bi 50 navendên koordînasyonê yên krîzê xizmetê dikin û got, “Ew hewl didin destê malbatan bigihînin hev. Di vê pêvajoya zor de divê em hevkarî û destegiriyê xurt bikin. Ev hem di warê exlaqî û hem jî polîtîk de erka me ye. Bi vê bîr û baweriyê, em ji her kesî tika dikin da ku xwe bigihînin navendên me. Em van rojên zehmet bi xwedîlhevderketinê li dawiyê bihêlin. Ev sîstem dixwaze me bi tenê bihêle, lê em ê xwe pirr bikin û bi vî awayî xwedî li xwe derkevin. Bi vî awayî em ê bibin civak û insan.”
NAVENDA NÛÇEYAN