Civînên nivîsandina reşnivîsa hevpeymana Civakî ya sîstema Federaliya Demokratîk ji 10’ê Gulanê ve dest pê kiribûn û bi awayekî ji ragihandinê re girtî heta niha didomin.
Têkildarî mijarê Berpirsyarê Komîteya Ragihandinê ya Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê Şahoz Hesen diyar kir ku wan doh (pêr) nivîsandina reşnivîsa Hevpeymana Civakî bi dawî kiriye.
Komîn, meclîs û koparetîf
Li gorî ku hin çavkaniyan, berê ragihandibû, komîn, meclîsên gel û koperatîf wê bingehê rêxistina Hevpeymanê bin. Her wiha beşdarbûna jinan a bi kota nîvî bi nivî, yek ji esasên hevpemanê ye û beşdariya ciwanan jî misoger e.
Li gorî bernameya kar ya komîteya Hevpeymana Civakî, biryar e ku reşnivîsa hevpeymanê radestî komîteya hiqûqî ya berê avakirî, bike da ku ji aliyê qanûnî ve di ber çavan re derbas bike. Komîteya hiqûqî jî wê reşnivîsê radestî desteya rêxistinî bike. Piştî vê yekê jî dê radestî Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava –Bakurê Sûriyê were kirin. Da ku paşê were erêkirin û li tevahiya herêmên di nava vê sîstemê de bikeve meriyetê.
Komîteya Hevpeymana Civakî ya Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê, di yekemîn civîna Desteya Rêxistinî ya 23-24’ê Adarê de hat avakirin.
Piştre komîteyê dest bi karê xwe kir. Ji bo ku nihêrîna wan û pêşinyazên wan bigre jî çû serdana nêzî 16 rêxistinan, tevger, hevbendî, partiyan, seryek li yekîtiyên rewşenbîran, hiqûqnas, ciwan, nivîskarên Kurd, Ereb, Sûryan, nûnerên Êzîdiyan, êlên Kurd û Ereb û gelek aliyan da.
Piştî ku nêrîn û pêşinyazên van aliyan hemûyan hatin girtin, di 19’ê Nîsanê de ev nihêrîn û pêşinyaz hemû di ber çavan re hatin derbas kirin.
Piştî ku ew pêşinyaz di ber çavan re hatin derbaskirin û nîqaş li ser wan hatin kirin, di 10’ê Gulanê de komîteyê dest bi nivîsandina reşnivîsa Hevpeymana Civakî kir.
HEYFA MÛSA/ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN