Di pêşangehê de lêborînên rayedarên dewletên cur bi cur ku ji gelên ku lê zext û zordarî meşandine bi dîmen û wêneyan tên pêşandan. Rayedaran çawa li wan gelan lêborîn xwestine jî bi dîmen, wêne û arşîvên rojnameyan ve tên nîşandan.

Di vekirinê de Hevşaredarê Amedê Firat Anli axivî û got ku ew wek gelê ku li hember zilmê mane û li bendê ne ku dewlet lêborîna xwe bide. Anli, diyar kir ku wan ji ber salvegera 100’emîn a komkujiya Ermeniyan firsetek mezin bi dest xistine û got ku ew mecbûr in ku bi vê bûyerê re rû bi rû bin. Anli, di serî de ji Ermenî piştre jî ji Êzîdî, Asûrî û gelên ku li herêmê mafên wan ji destê wan hatine girtin û bi komkujiyan re rû bi rû mane lêborîna xwe xwest û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dibe ku me di van bûyeran de bi awayek aktîf cih negirtibe lê em berpirsyariyek hîs dikin û dixwazin telafî bikin. Em bi çêkirina Dêra Surp Giragosê an jî dêrên din qet nebe telafiyek çêkin.”
Piştre yek jê avakarên Çavdêriya Mafên Mirovan Aryeh Neier spasiyên xwe pêşkêşî kesên ku di vê xebatê de cih girtine kir û li ser lêborîn xwestina rayedarên dewletan hinek sekinî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewletên ku bi xeteyên xwe yên berê re hev rû dibin û derbarê van de gavan diavêjin ji van feydeyek mezin werdigirin. Ez hêvî dikim ku hemû dewletên ku di nav van bûyerên li dijî mirovahiyê de cih girtine xeteyên xwe fêm bikin û lêborînê bixwazin.” Piştî axaftinan beşdervanan bi baldarî dîmen û wêneyan temaşe kirin. 

AMED